​​​​​​​Panorama hefteyê: Di qanûna Sûriyê de tawaneke nû zêde dibe

Li gorî agahiyên ji Şamê derketine, xalên girêdayî girankirina cezayên têkildarî malperan an jî li ser toreke înternetê nûçeyên dibin sedema pêşî li rexneyê û nirxên lîreyê bigirin, hatine zêdekirin. Aliyên siyasî yên Iraqê diyar kir ku peywendiya di navbera serokê Tevgera El-Sadir û serokê Îtîlafa Dewleta Qanûnê Nûrî El-Malikî de ne surpirîz e.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Di qanûna Sûriyê de tawaneke nû zêde dibe
13 adar, 2022   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser tengavkirina azadiya ramanê li Sûriyê, peywendiya di navbera El-Sadir û El-Malikî de, her wiha rewşa aborî ya Lubanê û rewşa Lîbyayê.

DI QANÛNA SÛRIYÊ DE TAWANEKE NÛ

Der barê kar û barên Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat ev nivîsand: "Li gorî agahiyên ji Şamê derketine, xalên girêdayî girankirina cezayên têkildarî malperan an jî li ser toreke înternetê nûçeyên dibin sedema pêşî li rexneyê û nirxên lîreyê bigirin, hatine zêdekirin.

Gelek sûriyan pêşbîn kir ku qanûna hatiye pêşniyarkirin, azadiya ramanê sînordar dike.

Desthilata Şamê ji destpêka tevgerên leşkerî yên li Ukraynayê ve bêhtir rewşa bankan kontrol kir û hin fînansman sekinandin, her wiha veguhastina pereyan di navbera parêzgehan de asteng kir.

Rojnameya El-Weten a herêmî ragihand ku xalên li projeya qanûnê zêde kirine ev in; kesên der barê destûrê de li ser malper, tor û dezgehan binivîsin dê ji 7 salan heta deh salan ceza lê were birîn. Her wiha madeyek têkildarî têkoşîna li dijî narkotîkê lê hate zêdekirin, kesên malper an jî tor û hwd ava bikin, dê cezayê muebetê lê were birîn û ji 5 heta deh milyonan pere bide.

`MUQTEDA EL-SADIR Û EL-MALIKÎ BI RÊYA TELEFONÊ AXIVÎN`

Girêdayî rojeva Iraqê jî rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Aliyên siyasî yên Iraqê diyar kir ku peywendiya di navbera serokê Tevgera El-Sadir û serokê Îtîlafa Dewleta Qanûnê Nûrî El-Malikî de ne surpirîz e. Ji ber fişarên Îranê li ser her du aliyan nexasim El-Sadir, peywendî pêk hat da ku têkilî careke din di navbera kom û milîsên alîgirên Îranê de mîna berê vegerin û rê li pêşiya kontrolkirina hikumetê were vekirin û rê li pêşiya ajandeyên derve werin girtin.

Gelek aliyên siyasî destnîşan kir ku ji vir diyar dibe ku hîna Îran li ser qada siyasî ya Iraqê listîkvana sereke ye. Encamên heyî li gorî berjewendiyên koma wê ne ku di hilbijartinan de bi bin ket û careke din cihê xwe vegerand.”

LI LUBNANÊ ALOZIYA SOTEMENIYÊ

Girêdayî rewşa li Lubnanê jî rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Di zivistanê de, dîsa sirayên dirêj li pêşiya stasyonên benzînê derketin pêş. Sedem jî bihabûna petrolê li ser asta cîhanê ye ji ber aloziya li Ukraynayê.

Ev yek bandor li hemû warên jiyanê kir, nexasim li gel keysbaziya bazirganan ku di 2 salan de li ser vê yekê perwerde bûn û êdî madeyên ku bi şerê li Ukraynayê bi bandor dibin, veşartin da ku aloziyek li welêt çêbe.

Îhtîmal heye ku ev sira zêde bibin bêyî ku hewldanek ji bo çareserkirinê hebe.

‘PARÇEBÛNA HIKUMETA EL-DEBÎBE: GELEK WEZÎRAN ÎSTÎFA KIR’

Têkildarî rojeva Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Hejmara wezîrên ku ji hikumeta El-Debîbe îstîfa kir gihaşt 3’yan. Îhtîmal heye ku gelek wezîrên din îstîfa bikin, di nav de wezîrên petrol û aboriyê.

Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephanie Williams tu helwest nîşanî nakokiya di navbera hikumetên Ebdulhemîd El-Debîbe û Fethî Başaxa de nade. Ji ber wê wezîran ev gav avêt nexasim ku hêzên leşkerî li aliyê Başaxa ne.

Li gorî çavdêran daxuyaniyên Williams gelek peyam dan ku ji bo şandeyê ne girîng e kî li ser desthilatê dimîne, lê gihaştina lihevkirinekê di navbera Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê de ji bo wê girîng e da ku zemînek ji bo lidarxistina hilbijartinan ava bibe. Di encamê de wezîran ji hikumeta El-Debîbe îstîfa bikin, nexasim ku agahî hene dê hêzên girêdayî Başaxa derbasî paytextê bibin û El-Debîbe jê derxin.”

ANHA