​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-03-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-03-2022
13 adar, 2022   00:00

- Şêniyên Dêrikê şehîd Ehmed Gabarî bi merasîmekê li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), panelekê bi navê "Serhildana 12'ê Adarê û rola wê di şoreşa Sûriyê de" li bajarê Reqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi navê Şehîd Viyan Kobanê navenda xwe li Tebqayê vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi boneya salvegera 5'emîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê çalakiyekê bi diruşma "Bi îradeya me rêveberiya me hate dîtin" tê lidarxisitn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar û şahîdan diyar kir ku çirûska Serhildana 12`ê Adarê venemirî ye, Şoreşa 19`ê Tîrmehê berdewama vê serhildanê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Minbic û gundewarên wê Hisên El-Ewnî anî ziman ku Xweparastinê dikeve ser milê her kesî û got: "Civaka hevgirtî dikare li hember gefan bisekine." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de para herî zêde ji hilweşandina aboriya cîhanî ya ji ber tevgerên leşkerî yên Rûsya yên li Ukraynayê wergirtin ku nirxê madeyan bi awayekî mezin zêde bûn. Lêkolînerê aboriya siyasî Yehya Omer anî ziman ku sedemên vê yekê ew e ku hikumeta Şamê bi awayekî mezin xwe dispêre berhemên Rûsya, her wiha belavbûna gendeliyê û tunebûna kontrolê aloziyê kûrtir dike.

CÎHAN

- Li gorî agahiyên ji Şamê derketine, xalên girêdayî girankirina cezayên têkildarî malperan an jî li ser toreke înternetê nûçeyên dibin sedema pêşî li rexneyê û nirxên lîreyê bigirin, hatine zêdekirin. Aliyên siyasî yên Iraqê diyar kir ku peywendiya di navbera serokê Tevgera El-Sadir û serokê Îtîlafa Dewleta Qanûnê Nûrî El-Malikî de ne surpirîz e.CIVAK Û JIYAN

- Meclisa kantona Girê Spî ji ber rewşa ziwabûna li herêmê, piştgirî dide qada çandiniyê. Berpirsên Gerînendeya Çandiniyê sedemên paşxistina alîkariyê di dema xwe de anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA