Bangên ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê berdewam dikin

Kurdistaniyên li Şamê banga derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" kirin.

Bangên ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê berdewam dikin
12 adar, 2022   20:50
ŞAM

Kurdistaniyên li paytexta Sûriyê, Şamê ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" 8'ê Adarê kampanyaya komkirina îmzeyan dan destpêkirin.

Têkildarî vê yekê îro bi beşdarbûna bi dehan şêniya, daxuyaniyek ji aliyê rêveberê Mala Gel a Şamê Fadil Mecdîn ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hiştina PKK`ê di "lîsteya terorê" de li pêşiya pêkanîna aştiyê dibe asteng.

Kurdistaniyan bang li Konseya Yekitiya Ewropa û aliyên têkildar kir ku PKK'ê ji "lîsteya terorê" derxînin.

Kampanya wê heta 21'ê Adarê dewam bike.

ANHA