​​​​​​​'Serhildana 12`ê Adarê çirûska destpêkê ya Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye'

Siyasetmedar û şahîdan diyar kir ku çirûska Serhildana 12`ê Adarê venemirî ye, Şoreşa 19`ê Tîrmehê berdewama vê serhildanê ye.

​​​​​​​'Serhildana 12`ê Adarê çirûska destpêkê ya Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye'
13 adar, 2022   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Ehmed Şêxo got: "Serhildana 12`ê Adarê pêngaveke pir girîng bû. Ji ber li gel despotiya rejîma Baasê bilindkirina deng li hemberî wê tê wateya ragihandina şoreşek mezin."

DÎWARÊ TIRSÊ HILWEŞAND

/kr/uploads/files/2022/03/12/210329_-.webp

Ehmed Şêxo anî ziman ku serhildanê dîwarê tirsê hilweşand û banga azadî û mafên gelê herêmê bi giştî, nexasim gelê Kurd kir, ji ber ber vê yekê jî gelê Kurd bi giştî tev li serhildanê bûn."

Ehmed Şêxo diyar kir ku hin aliyan xwest tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne da ku berjewendiyên xwe li ser hesabê xwîna gelê herêmê pêk bîne û wiha domand: "Di dîrokê de her tim dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike. Ji destpêka ku Tevgera Azadiya Kurdistanê derbasî Rojava bû ve, dewleta Tirk peywendî bi malbataEsed re danî da ku agirê şoreşa Rojava vemrîne. Ev jî di peymana Edene de diyar dibe ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi malbata Esed re îmze kir."

Ehmed Şêxo got, nikaribûn Serhildana 12`ê vemrînin, çirûska wê berdewam kir Şoreşa 19`ê Tîrmehê berdewamiya Serhildana 12`ê Adarê ye.

Şêxo îşaret bi ramanê rêber Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê kir û got: "Ramanê rêber Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê  bandor li gelê herêmê kir. Ji ber ku ev raman hevgirtina di navbera pêkhate û gelan digre nava xwe û ji fikirên radîkal û şovenîst ku dijminan di wê demê de dixwest di nava pêkhateyan de  belav bike bû bersiv. Bandora wê ya mezintirîn di Serhildana 12`ê Adarê de hebû. Heta ku projeya neteweya demokratîk ku li ser bingeha wekhevî, edaleta civakî û jiyana hevbeş, hate avakirin."

 ‘SERHILDNA 12`Ê ADARÊ ENCAMA TÊKOŞÎNA LI HEMBER PARTIYA BAAS E‘

/kr/uploads/files/2022/03/12/210348_-.webp

Her wiha endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Esed Menan destnîşan kir ku Serhildana Qamişlo bûyereke pir girîng di dîroka gelê Kurd li Rojava û Sûriyê de ye û encama têkoşîn û berxwedana li hember zilm û desthilatdariyê partiya Baas e ku li dijî gelê Kurd dimeşand.

Menan wiha pêde çû: "Hin sedemên din ên destpêkirina serhildanê hebûn ku girêdayî têkiliyên dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re. Em vegerin sala 1957`an nexasim dema ku dewleta Tirk gef li Sûriyê xwar ku destwerdana karûbarên wê bike. Ji ber ku dewleta Tirk Sûriyê weke beşekî ji xaka xwe dibîne. Lê ew di yekitiya Sûriyê bi Misir re bi bin ket û di sala 1998`an de careke din gefên  dagirkirina Sûriyê xwar, paşê her du alî peymana Edene îmze kir ku hemû bendên wê ji bo berjewendiya dewleta Tirk bû. Ev peyman bû nuqteya destpêkê ber bi pêşketina têkiliyên her du aliyan û yekitî û peymanên wan ên têkbirina doza kurdî ve. Di sala 2003`an de piştî binketina rejîma Sedam Husên li Iraqê û bidestxistina Kurdan ji federaliyê re li Bakurê Iraqê, hikumeta Sûriyê ev pêşketin tehemul nekir. Bi rêya maça futbolê ya di navbera tîmên Fitiwê û Cîhad de faşîzma xwe li dijî gelê Kurd derxist û di encama wê de komkujî li dijî wan pêk anî."

Menan di axaftina xwe de behsa siyaseta hikumeta Şamê ji salên 60`î yê sedsala borî ve kir û wiha axivî: "Ji sala 1963`an ve û heta roja îro hikumeta Sûriyê dixwaze têgîna netewperest derxîne û gelê Sûriyê ber bi şerekî navxweyî ve bikşîne. Ev jî bi rêya gelek siyasetan hate kirin ji wan girêdanên neteweyî, pêbaweriya wan bi berdewamiya hebûna wan dê li ser hesabê neteweyên din be."

Menan anî ziman ku serhildan li hemû herêmên Sûriyê ji wan Heleb, Şam û herêmên din belav bû, ji ber ew serhildana ji bo demokrasî û azadiyê bû û got: "Heger hikumeta Sûriyê serhildan bi siyaseta aqilane, rêbazeke demokrasî girtiba dest û mafên pêkhateyên gelê Sûriyê bi awayekî wekhev daba dê welat ji hilweşandinê rizgar kiriba. "

 ‘BI SERHILDANÊ ME SERKEFTIN BIDEST XIST Û BI YEKITIYÊ EM Ê XURTIR BIN‘

/kr/uploads/files/2022/03/12/210422_-.webp

Welatiyê bi navê Xelîl Hisên (72) ji navçeya Şiyê ya Efrînê ye û te li xwepêşandanên ku li taxên Kurda li bajarê Helebê derketin bibû got, buhara gelan ji Serhildana Qamişlo dest pê kir.

Xelîl destnîşan kir ku dema tev li xwepêşandanên li taxa Şêxmeqsûd bû zêdetirî 4 mehan hate girtin, paşê ew birin şaxê ewlehiya siyasî û heftiyekê li wir ma, paşê ew bir şaxê cînayetan û 17 rojan li wir û herî dawî ew xistin girtîgehê.

Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi saya Serhildana Qamişlo Kurdan banga mafên xwe kir û destkeftî bidest xist. Divê yekitiya di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de hebe da ku li hember siyasetên li dijî Kurdan ku azadiya wan bipê dike, bisekinin."

(bx)

ANHA