Hêzên Rûsyayê li nêzî Kîevê kom dibin

Hêzên Rûsyayê li nêzî Kîevê bi cih dibin. Hemwextî wê cezayên Amerîkayê û yên hêzên rojavayî li dijî Moskovê zêde dibin. Li aliyekî din Pûtîn got hinek guhertinên erênî di dan û standinên li gel Ukraynayê de çêbûne.

Hêzên Rûsyayê li nêzî Kîevê kom dibin
12 adar, 2022   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rûsyayê li dora paytexta Ukraynayê Kîevê bi cih dibin û bajarê Mariupol girt ku bi hezaran şênî tê de di şert û mercên dijwar de dijîn.

Dezgehên çapemeniyê yên xwecih da zanîn ku bajarên Kîev, Odessa, Dnipro û Kharkiv yên topbarankirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wan ji destpêka destwerdanê (24`ê Sibatê) ve 3 hezar û 491 avahiyên leşkerî yên Ukraynayê rûxandine.

Li aliyekî din serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskî êvara înê got: “Dijmin hîna Mariupol girtiye. Hêzên Rûsyayê nahêlin alîkarî derbasî bajêr bibe.”

Di roja 17`an a destwerdanê de hêzên Rûsyayê tevgerên xwe li Kîev û rojhilatê Ukraynayê zêde kirine. Ji weneyên peykî diyar dibe ku yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê li nêzî Kîevê belav bûne û herêmên tijî şênî, topbaran kirin. Li gorî rayedarên ukraynayî leşkerên Rûs, qeymeqamê Melitopolê revand.

Zelensky got: “Hêzên Rûsyayê xuya ye ku xwe amade dikin da ku êrişî Kîevê bikin.”

Pûtîn jî destwerdana li ser Ukraynayê wek “operasyoneke taybet ji bo bêçekkirina Ukraynayê û dûrxistina naziyên nû” bi navê kir. Ukrayna û hevalbendên wê yên rojavayî jî wê bi hinceteke bêbingeh bi nav dikin ku bi rêya wê Rûsya dixwaze êrişî Ukraynayê bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden vê hefteyê hinardeyên petrola Rûsyayê, berhemên deryayî, alkol û hin berhemên din ên Rûsyayê qedexe kirin.

Serokên Yekitiya Ewropayê (YE) jî got ew amade ne cezayên girantir li Rûsyayê ferz bikin û dibe ku pere û çekên din bidin Ukraynayê. Lê daxwaza Ukraynayê ku tev li YE`yê bibe, red kirin.

(şx)