​​​​​​​Gerîla li herêma Zapê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku gerîlayên YJA Starê li herêma Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran çalakî li dar xistine.

​​​​​​​Gerîla li herêma Zapê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistin
12 adar, 2022   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke niviskî têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker agahî parve kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

8'ê Adarê saet 15:40'an û 10'ê  Adarê saet 18:40'an, li Girê Koordîne hêzên dagirker bûne hedefa çekên giran ên hêzên me. Du hedefên ku hatine diyarkirin bi serkeftî derb li wan hatiye xistin.

11'ê Adarê saet 16:30'an li Qela Bêdewê hêzên me bi çekên giran li kozikên dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de derb li 2 kozikên dagirkeran dan, çend dagirker hatine cezakirin zelal nebûye.

Êrişên berfireh ên ên dewleta dagirker a TC'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dikin. Agahiyên berfireh ên der heqê êrişan de wiha ne;

9'ê Adarê saet di 09:10'an de qada Girê Berbizina ê herêma Xakurkê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

9'ê Adarê saet di 09:00'an de li herêma apê qada Saca û gundê Rênçbiraxa bi balafirên şer hatiye bombekirin.”