​​​​​​​Li Reqa, Heleb û Tebqayê bîranîna Serhildana 12`ê Adarê

Li Reqa, Tebqa û Helebê gelek saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan destnîşan kir ku 12`ê Adarê çirûska azadiyê û hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û hewldanên hikumeta Şamê yên derxistina tevliheviyê di navbera Kurd û Ereban de şermezar kirin.

​​​​​​​Li Reqa, Heleb û Tebqayê bîranîna Serhildana 12`ê Adarê
​​​​​​​Li Reqa, Heleb û Tebqayê bîranîna Serhildana 12`ê Adarê
​​​​​​​Li Reqa, Heleb û Tebqayê bîranîna Serhildana 12`ê Adarê
​​​​​​​Li Reqa, Heleb û Tebqayê bîranîna Serhildana 12`ê Adarê
​​​​​​​Li Reqa, Heleb û Tebqayê bîranîna Serhildana 12`ê Adarê
12 adar, 2022   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê, meclisên rojhilatê gundewarên Reqayê, partiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya salvegera 18`an a Serhildana 12`ê Adarê daxuyanî dan û hewldanên hikumeta Şamê yên derxistina tevliheviyê di navbera Kurd û Ereban de şermezar kirin.

TEBQA

Endamên saziyên sivîl, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê li pêşiya avahiya rêveberiyê kom bûn û daxuyanî da. Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di salvegera 18`an a Serhildana 12`ê Adarê de, gelê herêmê xwedî li projeyeke mirovî, exlaqî û neteweyî derket ku hemû cureyên zilmê, zordestiyê û cudakirinê red dike. Projeya me dê li hemberî hemû cureyên zilmê bi ser bikeve. Em sûcên rejîma Baasê yên li dijî gelê Sûriyê û Kurdan şermezar dikin û banga hesabxwestinê dikin.”

KOMBÛNA JINAN A ZENÛBIYA: SERHILDANA 12`Ê ADARÊ TOVÊ ŞOREŞA AZADIYÊ YE

Girêdayî heman mijarê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê daxuyaniyek da. Endama rêveber a Komîteya Perwerdeyê Macîde El-Kerîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hewldanên hikumeta Şamê yên derxistina tevliheviyê hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku hikumeta Şamê ji vê yekê armanc dike ku herêmê dîsa vegerîne bin hegemonya û desthilata xwe ya zordest.

REQA

Li Reqayê endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Serokê meclisê Hemîdî El-Redînî daxuyanî xwend.

Meclisê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em bejna xwe li ber şehîdên serhildana Qamişloyê ditewînin ku rêya azadiyê ji gelê Sûriyê re xêz kir. Li ser bingeha rêgez û amrancên me ji bo avakirina Sûriyeyeke pirrengî ya demokratîk û nenavendî, ji serhildana Qamişlo tecrube girt û çareserî ji bo aloziya Sûriyê danîn, ew jî projeya neteweya demokratîk a li ser bingeha hezkirin, hevbeşî û baweriya bi rola jinan û ciwanan ava bûye. Dawiya dawîn vîna gelan bi ser dikeve.”

MECLISÊN REQAYÊ: SERHILDAN BÛ BINGEHA ŞOREŞA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Têkidarî mijarê Meclis, sazî û gelê rojhilatê Reqayê daxuyaniyek da. Hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hewes Ebdulfetah El-Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em îro Serhildana 12`ê Adarê ya 2004`an bi bîr tînin û dibêjin, armanc ji wê derxistina fitneyên di navbera Kurd û Ereban de bû ku di encamê de bi dehan Kurd şehîd bûn.

Di encama wan bûyeran de hikumeta Sûriyê gelek Kurd binçav kirin û mal û milkên wan talan kirin. Hikumet bi van kiryaran hewl dida dengê azadîxwazan qut bike, lê belê ew serhildan bû bingeha destpêkirina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku yekitiya hemû pêkhateyan ava kir."

HELEB

Partiyên siyasî yên taxa Şêxmeqsûd a Helebê îro bi boneya salvegera Serhildana 12`ê Adarê li pêşiya navenda Partiya Yekitiya Demokratîk daxuyaniyek da. Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Bedran Hemo bi beşdariya partiyên siyasî, meclis û komînên li taxa Şêxmeqsûd û Kongra Star daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya PYD`ê de hate gotin: "Serhildana 12`ê Adarê berdewamiya serhildana Şêx Seîd û Qazî Mihemed û Seîd Riza ye. Bi navê partiyên siyasî em şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li ber ditewînin. 12`ê Adarê encama şovîniya rejîma desthilat a Baasê bû ku nedihişt gelê Kurd tev bigire û nasnameya wan a neteweyî de ji holê rakir."

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Desthilata Şamê 2004`an ji Efrînê û heta Dêrikê zêdetirî 33 Kurd qetil kir, her wiha bi sedan birîndar kir û bi hezaran binçav kir, da ku vîna gelê Kurd bişkîne. Bi mijarê ve girêdayî hîn jî çarenûsa bi dehan kes ne diyar e."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Kurd 12`ê Adara 2004`an bi komployeke navneteweyî rû bi rû ma, da ku vîna gelê wan têk bibe û çanda wan ji holê rake. Pê re jî tevliheviyê di navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên de derxe û welatiyan bidin koçber kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Em partiyên siyasî yên Helebê hemû kiryarên dijminane û siyasetên helandin û înkarkirinê yên berdewam, şermezar dikin û dibêjin, ew ê tucarî nebe sedema ku Kurd û gelê herêmê dûrî têkoşîna xwe bikevin. Li aliyekî din jî em bang li hemû aliyan dikin ku li ser maseyên diyalogan bicivin, da ku destûreke nû ya Sûriyê destnîşan bikin. Her wiha em bang li civata navneteweyî dikin ku piştgiriya gelê Sûriyê bikin û dawî li aloziya Sûriyê bînin."

(şx-eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1_u7wYs7tTY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KKw1VUTGTpk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2KL9JVnoHks" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8vHtFmSZuoA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>