Şerê li Ukraynayê bandorê rewşa debarê ya li Xezayê dike

Welatiyê filistînî Mihemed El-Bilbîsî têkildarî bihabûna madeyên zimhêrê li Xezayê got "Wek ku şer li Xezayê ye, ne li Ukraynayê ye."

Şerê li Ukraynayê bandorê rewşa debarê ya li Xezayê dike
11 adar, 2022   05:23
XEZA- OMER MÛSA

Mihemed El-Bilbîsî (51) têkildarî bihabûna madeyên zimhêrê li Xezayê wiha got: "Çend roj di ser şerê li Ukraynayê re derbas bûn cîhanê serûbinî hev bû. Em dikarin bêjin ku bi giştî kelûpel kêm bûne. Ew bazirgan in û karê wan e. Di her bûyerekî ku li cîhanê rû dide de, mîna aloziya Koronayê an di dema şerê li Xezayê de bihayê kelûpelan bilind dikin. Dibêje qey bi desthilata li Xezayê re di nava koordîna û hevkariyekê de ne ku nêçîra welatiyên hejar bikin."

Di rojên dawî de, bihayên madeyan li Xezayê du qatî zêde bûn. Lîtreya zeytê ji dolar û nîvekê bû 3 dolar, her wiha nirxê kelûpelên din jî bilind bû. Wê yekê hêrsa welatiyên Xeza bilind kir û ew bi "fersengirtina rewşa mirovan" wesif kir."

'TU KELÛPELÊN NÛ NÎN IN; ÇIMA BILINDKIRINA BIHAYAN AN JÎ BIHABÛN?'

Der barê vê yekê de welatiyê bi navê Nûr El-Dirêmlî ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ne gengaz e ku Xeza destpêkê ji tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê bandor bibe û wiha got: "Mîna henekekê ye, dema firoşkar dibêjin biha ji ber şer bilind bûne. Anku ez dibêjin tenê bersiveke mentiqî bidin ku çi çêdibe? Lê mijar eşkere ye, bazirgan bi bihayan dilîzin û tu hikumeteke rasteqîn tune ye ku vê yekê dîsplîn bike û wan muhasebe bike."

El-Dirêmlî anî ziman ku divê hikumeta li Xezayê helwesteke xurt li ser vê yekê nîşan bide û got: " Ez dûr naxim ku ew bi bazirganan re hevkar in. Ji ber welatî û jiyana wan ne xema wan in."

Li gorî çavkaniyên herêmî, nirxê ard, zeyta xwarinê, peqle, cureyên din, gaza malan, sotemenî bi rêjeya 10 heta 15 ji sed bilind bûye û bi nêzbûna meha Remezanê re welatî ji berdewam vê yekê bi fikar in.

Li aliyekî din jî ciwanê bi navê Leys El-Hewacirî ji ajansa me re got: "Ev tiştekî dûrî aqilan e. Şerên ne têkildarî me be em pê bandor dibin. Ev tiştekî henek e dema mijarek li Ukrayna yan jî Rûsya çêdibe û bandorê li me dike. Em li Xezayê di amabargoyê de ne, em nikarin bi hêsan derkevin û cîhanê bibînin, lê em bi tişta li derve çêdibe bandor dibin."

El-Hewacirî anî ziman ku welatiyên li Xezayê di rewşên zehmet de dijîn û bi awayekî bingehîn pişta xwe didin madeyên zimhêrê. Ji lew re çi bihabûn gefên li qûtên rojane yên piranî welatiyên li Xezayê.  El-Hewacirî got, tişta niha dibe, nayê fêmkirin û divê aliyên berpirsiyar vê yekê çareser bikin.

‛HEKE ŞER BERDEWAM BIKE, PÊŞEROJÊ ZEHMET E’

Aborînas Mahir El-Tebai bihabûna kelûpelên li Xezayê bi tevgerên leşkerî yên Rûsya li Ukraynayê ve girê da û wiha got: "Ev demeke dirêj e ku şer çênebûye. Lê heke şer berdewam bike, dibe ku bandorê li alîkariyên mehane ku Ofîsa Alîkariya Penaberên Fîlîstînî dişîne bi taybet ard û zeyta xwarinê bike. Zêdetirî nîvê welatiyên Xeza pişta xwe didin van alîkariyan. Dê bi wê yekê re bandorekê li koçberan bike."

El-Tebai da zanîn ku divê desthilatên Xezayê  li hember lîstina bi bihayan rola xwe bi cih bîne û wiha bi dawî kir: "Heke bihabûneke cîhanî çêbib, gereke hikumet heman rolê bilîze û bihayan li gorî debara mirovan dîsplîn bike. Ji ber welatiyên li Xezayê di rewşên zehmet de dijîn."

(fr)

ANHA