​​​​​​​‘Rakirina qedexeya li ser PKK'ê destpêka çareserkirina doza kurdî ye‘

Siyasetmedarên Kurd Can Mûrad û Gêlo Îsa banga derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" kir û got, PKK'ê di oxira azadkirina kurdan de bi hezaran şehîd dan û rakirina qedexeya li ser wêdestpêka çareserkirina doza kurdî ye.

​​​​​​​‘Rakirina qedexeya li ser PKK'ê destpêka çareserkirina doza kurdî ye‘
11 adar, 2022   00:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Bangên ji bo rakirina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" zêde dibin.

Di vê derbarê de siyasetmedarên Kurd Can Mûrd û Gêlo Îsa got, hiştina PKK`ê di "lîsteya terorê" de derfetê dide dewleta Tirk ku siyasetên qirkirinê li hember kurdan berdewam bike.

Endamê rêveberiya Rêxistin û Komîteya Ragihandinê ya PYD`ê ya li Siwîsrayê Can Mûrad da zanîn ku xistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" re bi rêya hewldana dewleta Tirk li gel DYA`yê hate kirin.

Can Mûrad diyar kir ku dewleta Tirk gelek caran hewl da bi rêya komên cihû yên amerîkî, têkiliyên wê yên stratejîk bi Îsraîlê re û berjewendiyên wê yên teng zextê li Washingtonê bike. Ji ber vê yekê jî rêveberiya Serokê Amerîka Bill Clinton di sala 1997`an de PKK`ê weke rêxistineke terorîst a cîhanî ragihand.

'EV BIRYAR DURÛTIYA SIYASETA WASHINGTON Û ROJAVA ÎSBAT DIKE‘

Can Mûrad diyar kir ku dewletên ku PKK`ê wekî rêxistineke terorîst bi nav kirine, piştî biryara serokê Amerîkayê Bill Cilinton , dewletên wekî yên Yekitiya Ewropa û hin dewletên din, siyaseta xwe li gorî nêrînên DYA`yê dimeşîne.

Mûrad destnîşan kir ku biryara xistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" re durûtiya siyaseta Washingtonê û dewletên rojava nîşan dide ku dûrî pîvanên Ewropa yên mafên mirovan û dirûşmeyên anîna demokrasiyê ji gelan re ye ku Amerîkayê pê bang dike.

Mûrad di axaftina xwe de delîlên ku ji Kongreya Amerîkayê re hatine pêşkêşkirin pirsî û wiha domad: "Ez teqez dikim ku tu çalakiyên PKK`ê tu gefan li ewlehiya neteweya Amerîkayê dixwe, tune ye. Ev yek ji bo DYA`yê jî derbasdar e. Ji ber her carê Washington û rojava îdiyayên dewleta Tirk bêyî ku tu delîlên belgekirî li gel wan hebe, esas girtiye"

Mûrad destnîşan kr ku hemahengiya di navbera Washington û rojava li aliyekî  û dewleta Tirk li aliyê din de bi rêya Îsraîlê ve hate kirin û derbasî sînorê dawî yên NATO'yê yê bi Îran û Sûriyê re bû û di encamê de hevkariyên derbarê berjewendiyên hevbeş de hatin avakirin.

Mûrad diyar kir ku heta roja îro erêkirina navneteweyî li ser qanûna terorê tune ye û wiha got: "Heger mirov behsa terora rast bike, dewleta Tirk û jê kêmtir rejîmên Sûriyê û Îranê terorê li dijî gelê xwe û herêmê dimeşînin. Li vir em dikarin behsa asta dijminatî, nefertî û tundiya sîstematîk dikin ku li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdan tên meşandin."

Can Mûrad îşaret pê kir ku aloziya Ukraynayê îsbat kir ku her çiqas niyet û rêbazên DYA`yê û Ewropayê baş bin û her çiqas li gorî siyaseta wê bimeşe, mirov nikare xwe bispêre wan.

Can Mûrad got hiştina PKK`ê di "lîsteya terorê" de derfetê dide dewleta Tirk ku kuştin û terorê berdewam bike, siyaseta xwe ya neteweperest û radîkal li dijî kurdan rewa bike û got, hemû dewlet berpirsa sûcên rojane ne ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne.

Her wiha Can Mûrad di axaftina xwe de destnîşan kir siyasetên dijminane yên dewleta Tirk gefan ne tenê li her çar parçeyên Kurdistanê dixwe, di heman demê de gefan li tevahî herêmê dixwe û wiha axivî: " Dîrok careke din tirsa gelên herêmê cidî dide ber çavan, lê şervanên Kurd û gelê Kurd xeta yekem a parastina wan gelan e û her metirsiyek li ser wan tê wateya dubarekirina qirkirin û qetlîamên li dijî gelên din."

Can Mûrad diyar kir ku rakirina PKK`ê ji "lîsteya terorê" tê wateya rojevkirina doza kurdî û dayîna wê li ser maseya diyalogê ya herêmî û navneteweyî û wiha domand: "Hêzên serdest ên li herêmê ku di dijminatiya gelê Kurd de dewleta Tirk mînak girtiye, nikare gel û PKK`ê ji hev qut bike. PKK'ê li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriyeke mezin ji gel ve digire û her ku diçe berfirehtir dibe ku gel û pêkhateyên din ên herêmê bigire nav xwe."

 ‘LI TEVAHÎ CÎHANÊ PKK`Ê BI HEZERA DOST Û ALÎGIRÊN ENTERNASYONALÎST KIŞANDIYE NAVA XWE ‘

Mûrad di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "PKK`ê bi hezeran dost û alîgirên enternasyonalîst li tevahî cîhanê kişand nav xwe. DYA`yê bi kurdên li Sûriyê yên ku bi fikirê partiyê re ne hevkarî danî. Heta ku hin siyasetmedarên amerîkî navê DYA`yê kirine hêza hewayî ya YPG`ê."

Endamê rêveberiya Rêxistin û Komîteya Ragihandinê ya PYD`ê ya li Siwîsrayê Can Mûrad bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Yekitiya Ewropayê kir ku baweriya gelan bi xwe ve vegerînin, nirxandina PKK`ê baş bixwînin û navê wê ji "lîsteya terorê"  derxînin, da ku aştî, demokrasî û edalet li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêk werin û got: " PKK`ê xwedî projeyeke rast a demokrasiyê ku ji bo tevahî gelên herêmê ye."

 ‘ARMANCA WAN ZEHMETKIRINA DOZA KURDÎ YE‘

Endamê Komîteya Navendî Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Gêlo Îsa jî wiha axivî: "Dema mirov behsa PKK`ê dike, behsa partiyekê dike ku ji zêdetirî 40 salî ve ji bo çareserkirina doza kurdî têdikoşe. Bi saya wê xeta berxwedanê ji Rojava heta Şengalê û çiyayên Kurdistanê berdewam kir. Dijminên Kurdan dixwazin vê xeta berxwedanê tune bikin."

Îsa anî ziman ku armanca xistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" re girêkirina doza kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê ye û got: " Ji ber girêdana navê PKK`ê bi terorê binesaziya vê dozê dihilweşîne. Lê rakirina navê wê ji "lîsteya terorê" çareserkirina gelek dozên li herêmê ye nexasim doza kurdî."

Gêlo Îsa got, erka her partiyeke kurdî û her kurdekî serbixwe ye ku ji bo doza xwe têbikoşe û hewl bide navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" were derxistin da ku hincet di destê dagirkerên xaka Kurdistanê de nemîne ku kurdan qir bikin.

Endamê Komîteya Navendî ya P.D.K.S'ê Gêlo Îsa di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên kurdî kir "Dûrî planên dijminan bikevin, Kurdan li hev kom bikin da ku gelê Kurd ji xeteriyên li ser biparêzin bêyî ku pêwîstiya wan bi alîkariya tu kesî çêbibe.''

(bx)

ANHA