DAIŞ'ê serçeyê xwe yê nû ragihand

Çeteyên DAIŞ'ê serçeteyê xwe yê nû li şûna Ebû Îbrahîm El-Qureşî yê ku li Idlibê hate kuştin, ragihand.

DAIŞ'ê serçeyê xwe yê nû ragihand
10 adar, 2022   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya çeteyan ku li ser malperên xwe yên nûçeyan belav kiriye,  ''Ebû El-Hesen El-Haşimî'' wekî serçeteyê nû yê DAIŞ`ê li şûna Ebdullah Qerdaş (Ebû Îbrahîm El-Qureşî)  hate erkdarkirin.

Ebdullah Qerdaş (Ebû Îbrahîm El-Qureşî) di 3'yê Sibata borî de di derbeya Koalisyona Navneteweyî ya li Idlibê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, hate kuştin. Beriya wî bi kêmî 3 salan Ebû Bekir El-Bexdadî li herêmeke nêzî sînorê dewleta Tirk hat kuştin.

(bx)