Hevdîtina Rûsya û Ukraynayê bê encam ma

Di encama hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ukraynayê yên li Tirkiyê de tu çareseriyek derneket. 

Hevdîtina Rûsya û Ukraynayê bê encam ma
10 adar, 2022   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba îro piştî civîna bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Sergey Lavrov re got xuya dike ku Rûsya dê êrişa xwe berdewam bike û hewl dide Kîevê kontrol bike, lê ev yek pêk nayê.

Di civîneke çapemeniyê de li bajarê Antalya yê Tirkiyê, Dmytro Kuleba diyar kir ku nêrîna wî li ser civînê ew e ku Rûsyayê piştî ku "êrişî" Ukraynayê kir, ne di rewşeke wisa de ye ku bikare agirbestê ragihîne.

Kuleba dilgiraniya xwe li hember pêkneanîna agirbestê li welatê wî nîşan da. Kuleba ji rojnamevanan re got: "Em li ser agirbestê axivîn, lê di vî warî de tu pêşketin çênebûn."

Dmytro Kuleba  da zanîn ku wî bi wezîrê karêb derve yê Rûsyayê Lavrov re biryar da ku dan û standinên xwe bidomînin.

Lavrov jî piştî hevdîtinê di civîneke çapemeniyê de got Rûsyayê pêşniyarên xwe ji Ukraynayê re eşkere kirine û li benda bersivê ye. Lavrov got welatê wî amade ye dan û standinên bi Ukraynayê re di çarçoveya forma niha ya li Belarûsê de berdewam bike.

Moskov ragihand ku ew amade ye dan û standinan bi Ukraynayê re bike, lê divê hemû daxwazên Rûsyayê yên ji bo bidawîkirina tevgera leşkerî ya Rûsyayê bêne bicihanîn, ku Kîev bêalîbûnê qebûl bike û dev ji hewldanên xwe yên ji bo tevlêbûna NATO'yê berde.

Lavrov şandina çekan bi deste hêzên rojavayî bo Ukraynayê da ku şerê artêşa Rûsyayê bike, wekî “xeternak” bi nav kir.           

Lavrov her wiha diyar kir ku kesên ku çekan derbasî Ukraynayê dikin, divê bizanin ku ew ê ji kiryarên xwe berpirsyar bin.

Li ser îhtîmala lidarxistina hevdîtina serokê Rûsyayê û hempîşeyê wî yê Ukraynayê Lavrov got: "Me li ser îhtîmala lidarxistina hevdîtina Pûtîn û Zelenskî gotûbêj kir, lê divê hevdîtin ne tenê ji bo hevdîtinê be."

(dx)