​​​​​​​Li Şedadê baxçeyê giştî hate vekirin

Piştî kar û xebata 3 mehan, Şaredariya Gel a Şedadê ya kantona Hesekê sererastkirina baxçeyê giştî bi dawî kir.

​​​​​​​Li Şedadê baxçeyê giştî hate vekirin
​​​​​​​Li Şedadê baxçeyê giştî hate vekirin
​​​​​​​Li Şedadê baxçeyê giştî hate vekirin
​​​​​​​Li Şedadê baxçeyê giştî hate vekirin
​​​​​​​Li Şedadê baxçeyê giştî hate vekirin
10 adar, 2022   13:30
HESEKÊ

Bi armanca geşkirina navçeyê, Şaredariya Gel a Şedadê li taxa başûr baxçeyê giştî bi rûbera 5 doniman sererast kir û li baxçe bîrek kola.

Endamê rêveber ê Beşa Jîngehê ya şaredariyê Ehmed Siûd diyar kir ku kar û xebata sererastkirina baxçeyê giştî 3 mehan dewam kir û îro baxçe hate vekirin.

Ehmed Siûd anî ziman ku sererastkirin bi hevkariya Rêxistina Rizgarkirina Zarokên Cîhanê hate kirin û li Şedadê ev baxçeyê yekemîn e.

Siûd destnîşan kir ku zêdetirî 250 dar li baxçe hatine çandin, kursî û stûnên ronîkirinê jî lê danîne. Ehmed Siûd bang li gelê navçeyê kir ku parastina avahiyên giştî bikin.

Şaredariyê xebatkarên bi roj bixebitin û nobedarek ji bo ku bi şev nobetê lê bigire, diyar kirin.

(eh)

ANHA