‘Keziyên Kesk’ li Hesekê dest bi çandina 6 hezar daran kir

Tîma "Keziyên Kesk" li Hesekê dest bi xebatên xwe yên avakirina baxçeyên daran kir. Li gorî rêvebereke tîmê, xebatên çandina daran dê hefteyekê bidomin.

‘Keziyên Kesk’ li Hesekê dest bi çandina 6 hezar daran kir
‘Keziyên Kesk’ li Hesekê dest bi çandina 6 hezar daran kir
‘Keziyên Kesk’ li Hesekê dest bi çandina 6 hezar daran kir
‘Keziyên Kesk’ li Hesekê dest bi çandina 6 hezar daran kir
‘Keziyên Kesk’ li Hesekê dest bi çandina 6 hezar daran kir
‘Keziyên Kesk’ li Hesekê dest bi çandina 6 hezar daran kir
‘Keziyên Kesk’ li Hesekê dest bi çandina 6 hezar daran kir
10 adar, 2022   11:46
HESEKÊ

Hemleya "Keziyên Kesk" ku beriya salekê li Qamişloyê dest pê kiribû, xebatên xwe yên çandina 4 milyon daran li seranserê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Tîma Keziyên Kesk di çarçoveya berfirehkirina xebatên xwe de îro dest bi hemleya çandina tovên darên daristan û şitilan li bajarê Hesekê kir û dê hefteyekê bidome.

Xwendekar û endamên Desteya Perwerdeyê ya Hesekê jî beşdarî hemleyê bûn û şitil û tovan li baxçeyê li taxa Mişeref ê Hesekê diçînin.

Li ser projeya çandina daran ji rêveberên tîma xebatê Şêrîn Îbrahîm got: "Projeya Keziyên Kesk li Hesekê di 5'ê Îlona 2021'an de li zeviyekê dest pê kir."        

Şêrîn Îbrahîm wiha axaftina xwe dom kir: "Piştre xebat li ser komkirina tovên ji xwezayê hate kirin û di destpêka biharê de xebatên çandina tov û daran didomin û dê heta 17'ê Adarê berdewam bike. Zêdetirî 6 hezar şitil dê werin çandin. Xwendekar, mamoste, rêveber, endamên Yekitiya Rewşenbîran, meclis, komîn û hemû beşên civakê tê de beşdar in."         

(dx)

ANHA