​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê tawaneke nû li qanûnan zêde dike

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî sînordarkirina azadiyê li Sûriyê, xwepêşandanên li Iraqê û kar û barên Lîbyayê nivîsand.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê tawaneke nû li qanûnan zêde dike
10 adar, 2022   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI QANÛNA SÛRIYÊ DE TAWANEKE NÛ’

Der barê kar û barên Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat ev nivîsand: "Li gorî agahiyên ji Şamê derketine, xalên girêdayî girankirina cezayên têkildarî malperan an jî li ser toreke înternetê nûçeyên dibin sedema pêşî li rexneyê û nirxên lîreyê bigirin, hatine zêdekirin.

Gelek sûriyan pêşbîn kir ku qanûna hatiye pêşniyarkirin, azadiya ramanê sînordar dike.

Desthilata Şamê ji destpêka tevgerên leşkerî yên li Ukraynayê ve bêhtir rewşa bankan kontrol kir û hin fînansman sekinandin, her wiha veguhastina pereyan di navbera parêzgehan de asteng kir.

Rojnameya El-Weten a herêmî ragihand ku xalên li projeya qanûnê zêde kirine ev in; kesên der barê destûrê de li ser malper, tor û dezgehan binivîsin dê ji 7 salan heta deh salan ceza lê were birîn. Her wiha madeyek têkildarî têkoşîna li dijî narkotîkê lê hate zêdekirin, kesên malper an jî tor û hwd ava bikin, dê cezayê muebetê lê were birîn û ji 5 heta deh milyonan pere bide.”

‘ŞERÊ UKRAYNAYÊ REWŞA IRAQIYAN GIRANTIR DIKE’

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Krîza Ukraynayê azara gelek iraqiyan zêdetir kir, ji ber ku buhayên madeyên xwarinê bilind bûn.

Hikumetê di rûniştina xwe ya roja sêşemê de bi armanca pêşîlêgirtina aloziyê, gelek tedbîr girtibûn; zêdekirina fonan, rakirina gumrika li ser kel û pelên sereke, madeyên avakirinê û madeyên zimhêrê.”

‘BAŞAXA DÊ BI RÊYA BIKARANÎNA ÇEKAN BIKEVE TERABLUSÊ’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: "DYA`yê bang li serokê hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe kir ku êriş neke, di heman demê de serokê hikumeta nû Fethî Başaxa diyar kir ku piştî hikumeta wî bi awayekî fermî bikeve meriyetê, pabendiyan ji dewletê bixwazin.

Balyozê amerîkî yê li Lîbyayê Richard Norland di civînê de bang li El-Debîbe kiribû ku şerê bi hemû aliyan re rawestîne.

El-Debîbe roja sêşemê li dîwana serokwezîran a li paytextê bi balyoz û serokên şandeyên dîplomatîk ên Lîbyayê re civiyabû, da ku geşedanên siyasî yên welêt bişpîne.

Di heman demê de da ku helwesta hikumetê wekî desthilateke rêveber nas bike. El-Debîbe anîbû ziman ku ew ê di mijara hilbijartinan de rêzê ji daxwazên lîbyayîyan re bigire. Li aliyekî din jî plana hikumeta ya mîsogeriya parastina gel raxistibû ber çavan.

Têkildarî mijarê Başaxa xîtabî serokên lihevkirin, deste, sazî û şîrketên giştî kir û got divê tenê bi destûra serokê Meclisa Wezîran daxwazan ji dewletê bikin. Der barê vê yekê de şêwirmendê ragihandinê yê serokê parlamantoyê Fethî El-Merêmî diyar kir ku El-Debîbe dê were ser hikum û Başaxa bi rêya bikaranîna çekan derbasî Terablusê bibe.”

(eh)