Li Qamişloyê çalakiya dawî ya 8`ê Adarê dest pê kir

Tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8`ê Adarê, li Hola Rewabî ya Qamişloyê şahiyek li dar xist.

Li Qamişloyê çalakiya dawî ya 8`ê Adarê dest pê kir
10 adar, 2022   09:53
QAMIŞLO

Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hola Rewabî ya Qamişloyê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê şahiyek li dar xist.

Bi hezaran jinên pêkheteyên Kurd, Ereb û Suryan tev li şahiyê bûn.

Nûnerên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinên Sûriyê, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Jinên Suryan, Meclisa Jinan a Partiyên Siyasî, Yekitiya Jinên Ciwan, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Jinên Sûriya Demokratîk, Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin tev li şahiyê bûn.

Nûnerên Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinên Sûriyê, Komîteya Jinan a Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, Tora Serkêşên Aştiyê (Peace She-Leaders Network), Rêxistinên Jinan, Tevgera Hîlala Zêrîn, Weqfa Jina Azad a Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tev li şahiyê bûn.

Hol bi wêneyên şehîdên azadiyê, alên Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), YPJ`ê, TEV-DEM, Yekitiya Jinên Ciwan hate xemilandin.

Tê payîn ku bi zimanên kurdî, erebî û suryanî axaftin werin kirin û piştre Koma Koçeratan, Koma Til Berak û Koma Ermeniyan govendên cuda pêşkêş bikin. Her wiha Koma Zenûbiya, Koma Çerkes û Koma Şehîd Hevrîn jî stranan bibêjin.

Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku ev şahî çalakiya dawîn a 8`ê Adarê ya îsal e.

(eh)

ANHA