Dewleta Tirk ji destpêka salê ve li Efrînê 2 jin û zarok kuştine

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê ya dagirkirî ji destpêka salê ve 2 jin û 2 zarok kuştine û 12 jin jî revandine.

Dewleta Tirk ji destpêka salê ve li Efrînê 2 jin û zarok kuştine
10 adar, 2022   09:30
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê daneyên kuştin û revandina jinan li kantona Efrînê ya dagirkirî eşkere kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker 2 jin û 2 zarok li Efrînê kuştine û navên wan wiha ne; Ezîze Îbrahîm (41), Semîra Elwan (3), Fatme Elwan (9). Her wiha navê jineke kuştî jî nehate zanîn.

Rêxistina Mafên Mirovan piştrast kir ku 12 jin jî hatine revandin û navên wan wiha ne: Rohat Îbo (24), Nisrîn Mihemed Weqas (30) ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta.

Zaroka bi navê Kewkeb Elî û Xeyriyê Mihemed Mûsa (40) ji gundê Cindirêsê.

Xedîce Oso ji gundê Qitmê yê navçeya Şera.

Asya Ehmed Heyder û Firyal Hesen Hesen (52) ji navenda Efrînê.

Mûne El-Mekrûm (45) ji gundê Dêrsiwan ê navçeya Şera.

Asya Hisên Mûsa (60) ji gundê Qude yê navçeya Raco.

Hêvîn Mihemed Elî (18).

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve sûcên kuştin, revandin û destdirêjiyê li dijî jinan didomîne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku ji roja dagirkirina Efrînê ve 84 jin hatine kuştin û di encama destdirêjiya li ser jinan de zêdetirî 6 jinan xwe kuştiye, her wiha zêdetirî hezar jin hatine revandin û bûyerên destdirêjiyê gihaştine zêdetir 70 bûyeran û di encama êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de li Efrînê 216 jin birîndar bûne.

(dx)

ANHA