​​​​​​​Muxalîfê ji Siweydayê: Daxwazên me nîştimanî ne

Muxalifê ji Siwedayê Dr. Kemal Selûm got şoreşa Sûriyê dîsa ji Siweydayê dest pê kir, daxwazên şêniyên wê, daxwazên nîştimanî, siyasî û jiyanî ne. Her wiha got divê parêzgehên Sûriyê xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin

​​​​​​​Muxalîfê ji Siweydayê: Daxwazên me nîştimanî ne
9 adar, 2022   01:57
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Xwepêşandanên li Siweydayê ya li başûrê Sûriyê berdewam in. Her roja înê, şênî dadikevin kolanan û banga pêkanîna guhertina siyasî, aborî, civakî û xizmetguzariyê dikin.

Têkildarî mijarê muxalifê ji Sûriyê Dr. Kemal Selûm ji ajansa me re axivî û behsa daxwazên şêniyên Siweydayê û rêbazên dan û standina hikumeta Şamê bi xwepêşandanan re kir.

‘ŞOREŞÊ DÎSA LI SIWEYDAYÊ DEST PÊ KIR’

Dr. Kemal Selûm di destpêkê de got: “Şoreşa Sûriyê dîsa li parêzgeha Siweydayê dest pê kir. Daxwazên şêniyan daxwazên nîştimanî, siyasî û jiyanî ne.”

Kemal Selûm ku tev li xwepêşandanan dibe, daxwazên şêniyan wiha rêz kirin:

“Divê dewleteke sivîl, adil bê cudahiyeke hizbî yan jî taîfî yan jî nîjadî û bêyî keysbazkirina desthildatê were avakirin.

Darizandina berpirsên gendelî û zordestiyê.

Pereyên ji gencîneya dewletê bi destê rayedaran hatine dizîn, werin vegerandin û gencîneyê bi pereyên gel danegirin.

Betalkirina alîkariyan ku xiyanet li hêmanên hemwelatîbûnê kir.

Betalkirina erêkirina ewlehiyê ku li ser kirîn û firotina avahiyan û erebeyan tê ferzkirin.

Kontrolkirina buhayan.

Pêşxistina karîna kirînê ya welatiyan.

Eşkerekirina çarenûsa girtiyan û windahiyan.

Piştgiriyê bidin çandinî û cotkaran.

Bazirganên narkotîkê bigirin.

Rewşa xizanan bişopînin û alîkariya pêwîst ji wan re pêşkêş bikin.

Pêkanîna qanûnê heta ku Sûriye bibe dewleta qanûnê.”

‘HIKUMETA ŞAMÊ HEWL DIDE PARÇEBÛNÊ LI SIWEYDAYÊ ÇÊKE’

Têkildarî rêbazên dan û standina bi xwepêşandanan re Selûm got: “Hikumeta Şamê hewl da bersivandina daxwazên şêniyan dereng bixe. Tiştek nebersivand. Piştre sewqiyatên mezin şandin parêzgehê, parêzgeh tijî hêzên ewlehiyê û leşkerî bûn.”

Selûm wiha berdewam kir: “Ji 10 salan ve hewldan hene ku parçebûn di navbera hêzên nîştimanî yên li Siweydayê de pêk were. Hikumeta Şamê gelek caran hewl da tevliheviyê di navbera kêmolên li parêzgehê de derxe. Lê bi bin ket û nekarî fitneyê di navbera Dera û şêniyên gundewarên Şamê de çêke. Herî dawî, ji rageşiyê di parêzgehê de, hewl dide têkiliyên di navbera welatiyan de xera bike û şoreşê veguherîne şerekî navxweyî yan jî nakokiyên navxweyî. Lê heta niha rewş di bin kontrolê de ye.”

Der barê berdewamkirina xwepêşandanan de Selûm got: “Helbet xwepêşandan dê berdewam bikin. Dibe ku berfiretir bibin. Ji ber ku şêniyan fêm kir ku ev xwepêşandaneke sivîl û aştiyane ye û pêkanîna demokrasî, azadî û mafên welatiyan dixwaze.”

‘DIVÊ PARÊZGEH XWE BI XWE XWE BI RÊ VE BIBIN’

Selûm wiha berdewam kir: “Di van daxwazên şêniyan de daxwazên siyasî yên diyar hene. Dema em dibêjin dewleta qanûnê û Sûriyeyeke hevgirtî. Di vir de em dibêjin ev der Sûriye ye, ev der Siweyda ye. Dema em banga eşkerekirina navên girtiyan dikin û betalkirina cudahiya hizbî û nîjadî dikin, ev hemû daxwazên siyasî û nîştimanî ne.”

Dr. Kemal Selûm bûyerên ku li Siweydayê rû didin wiha şîrove kirin: “Zilma ku desthilatê li ser şêniyên Siweydayê pêk aniye, bû sedem ku gel bersiva bangewaziyan bide. Ji serxwebûna Sûriyê û vir ve, hesta neteweyî pîvana her tevgerekê bû. Em dibêjin Sûriyeya hevgirtî, em li dijî parçekirin û cudaxwaziyê ne. Em hêvî dikin ku qanûnek pêk were ku hebûna rêveberiyeke herêmî li her parêzgehekê di ber çavan re derbas bike. Divê her parêzgehek xwe bi xwe xwe bi rê ve bibe, bi taybet kar û barên navxweyî.”

Dr. Kemal Selûm di dawiyê de got: “Em li Siweydayê pê dihesin ku ji 60 salan ve ji dema Tevgera Rastdar, zilm li me hatiye kirin. Tu projeyek li Siweydayê li dar neket. Dizanim tenê kargeheke zuhakirinê heye ku Japonyayê wek diyarî dabû parêzgeha Siweydayê, lê ew kargeh mîna kargeha tekeran veguhastin herêmeke din. Ji dema serok Cemal Ebdulnasir ve 2 kargehên xalîçe, sol û qutiyan hene û tiştek ji bilî wan tune ye.”

(şx)

ANHA