​​​​​​​YPJ'ê bi merasîmeke leşkerî 8'ê Adarê pîroz kir

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi merasîmeke leşkerî Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

8 adar, 2022   21:13
HESEKÊ

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) merasîmeke leşkerî li bajarê Hesekê li dar xist.

Bi dehan dayikên şehîdan, nûnerên Kongra Star, meclisa kantona Hesekê, endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed û Hevseroka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlawa El-Ebdullah beşdarî merasîmê bûn.

Bi sedan şervanên YPJ'ê ji navenda Fermandariya YPJ'ê ya li navçeya Mêlebiyê bi karwanekî erebe û maşîneyên leşkerî ku bi alên YPJ'ê hatibûn xemilandin ber bi navenda bajar ve meşiyan.

Li ber navenda Çandê ya Serdemê toraneke leşkerî li dar xistin û şahiyek hate lidarxistin.

Ji fermandarên YPJ'ê û Hevseroka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlawa El-Ebdullah axivî, 8'ê Adarê li şervanan, dayik, hevjîn û xwişkên şehîdan pîroz kir.

Lîlwa El-Ebdullah anî ziman ku wê têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî despotiyê dewam bike û dê di hemû qadan de siyasî, civakî, di serî de leşkerî de bixebitin heta ku serkeftinê qezenc bikin.

Her wiha got, ew ê rêxistinbûna rêfê û pêşxistina karînên leşkerî di çarçoveya mafên rewa de dewam bikin da ku jinan ji koletiyê rizgar bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin. Lîlwa El-Ebdullah bang li hemû jinan kir ku ji bo parastina xwe xebateke hevpar pêk bînin.

Di dawiyê de komên stran û dîlanan ên girêdayî YPJ'ê û komên stranan ên navenda çandê ya Hesekê hunerên xwe pêşkêş kirin.

ANHA

<iframe id="file-embed-19566a17f3795d1065d9a930457c0651" type="text/html" width="560" height="315" src="https://roj-ar.tv/embed?v=2345097196" frameborder="0" allowfullscreen></iframe>