Mihemed Şêxo; nasnameya dîroka hunera Kurdan

Hunermendan bi hunera xwe parastina çand û hunera gel kiriye. Mihemed Şêxo mînaka herî hêja ya vê yekê ye. Îro 33 sal di ser wefata Şêxo re derbas dibin, lê bê guman deng û awazên wî di nava gelê Kurd de dijîn.  

Mihemed Şêxo; nasnameya dîroka hunera Kurdan
9 adar, 2022   00:41
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Stranbêjên Kurd bi stranên xwe hişt ku hewldanên qirkirina Kurdan têk biçin. Yek ji wan sazvan û stranbêjan hunermend Mihemed Şêxo ye ku 33 sal di ser koça wî ya dawîn re derbas dibin.

Mihemed Şêxo roleke diyarker ku heta niha di civaka kurdî de xuya dike, lîstiye.

BI BILÛRA ŞIVANAN DEST BI MUZÎKÊ KIR

Mihemed Şêxo li gundê Xecokê yê li başûrê rojavayê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê di 1948`an de çavê xwe li dinyayê vekiriye. Birayê 6 xwişk û 6 birayan bû.

Qonaxa seretayî ya xwendina xwe li gund qedandiye, di heman salên qonaxa seretayî de dest bi jenîna bilûra şivanan kiriye. Mihemed Şêxo beriya tembûrê li gelek amûrên muzîkê yên din daye, mîna biziq, bilûr, ûd, keman, akordiyon û gîtar.

Ji bo dewamkirina xwendina xwe Mihemed Şêxo di 1965`an de derbasî Qamişloyê dibe, li dibistana bi navê Irûba qonaxa navîn dixwîne, di dibistanê de Şêxo tev li gelek şevbuhêrkên hunerî dibe û stranên bi zimanê erebî jî gotine. Ji ber taloqkirina ezmûnên refa dawîn û neagahdarkirina wî, ji ezmûnê bê par dimîne.

Di qonaxa navîn de nexweşî di çavên wî de derdikeve. Ji ber nexweşiya çavên xwe Mihemed Şêxo ji leşkeriya neçarî ya hikumeta Şamê hatibû efûkirin.

Hunermend û birayê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo diyar kir ku di salên 1965 û 1966`an de li dibistanê hunermend Aram Tîgran bi Mihemed Şêxo re stran gotine û wiha dom kir: “Ev tê wateya ku peywendiya Mihemed Şêxo cara ewilî bi Aram Tîgran re çêbû.”

DERKETINA DERVEYÎ ROJAVA

Ji ber qedexeya stranên kurdî li Sûriyê di 1969`an de hunermend Mihemed Şêxo berê xwe dide paytexta Lubnanê Beyrûtê. Li Beyrûtê 2 salan beşa muzîkê dixwîne û wek stranbêj û sazvan dibe endamê Yekitiya Hunermendên Lubnanî jî.

Li Lubnanê ji bo dapînkirina pêwîstiyên jiyanî kar dike, li gel karkirin û xwendinê tev li komên muzîkê dibe; Koma Newroz, Koma Serkeftin û Koma Bihar. Ev her sê kom di sala 1971`an de hatibûn damezirandin.

Mihemed Şêxo di 1972`yan de vedigere Rojava, li bajarokê Rimêlan kar dike, li wir serkêşiya tîma muzîkê jî dike. Ji ber ku naxwaze beşdarî şahiyeke Baasê bibe, dest ji kar berdide.

Di sala 1973`yan de bi qaçaxî diçe Başûrê Kurdistanê, paşê bere xwe dide paytexta Iraqê. Li wir di radyoya Bexdayê de kar dike û di demeke kurt de 10 stranan tomar dike. Piştî ku ji Bexdayê vedigere Başûrê Kurdistanê, televîzyona Kerkûkê 2 stranên wî dike video. Beha Şêxo der barê van klîpan de got: “Heta niha em û hevalên wî li videoyan digerin; ew klîp reş û spî ne.”

ZINDAN Û ÎŞKENCEKIRIN

Piştî vegera li Rojavayê Kurdistanê îstixbarata hikumeta Şamê dev ji şopandina Mihemed Şêxo neqeriya, gelek caran rastî girtin û îşkenceyê hat lê ew ji helwesta xwe venegeriya û kar û xebatên xwe domandin.

Di dema şoreşa 1974`an de hunermend Mihemed Şêxo xwest careke din biçe Başûrê Kurdistanê. Piştî têkçûna şoreşê li gel pêşmergeyan koçî Rojhilatê Kurdistanê dibe, li wir di kampê de komeke muzîkê ji zarokan re ava dike. Wê demê ji bo qutkirina têkiliyên Şêxo bi hevalên wî yên rewşenbîr re hêzên Îranê wan her yekî sirgûnî bajarekî derveyî Rojhilatê Kurdistanê dikin.

14 KASÊT HENE

Mihemed Şêxo yekem kasêta xwe `Ey Felek` di sala 1975`an de li Mehabadê derxist. Stranek bi zaravayê soranî bû ku Şêxo yekem hunermendê ji Rojava yr ku bi soranî stran gotiye. Bi vî awayî di sala 1976`an kasêta duyemîn jî derxist; di salên 1980, 1981 û 1982`yan de kasêtên din jî derxistin. Hejmara kasêtan bi giştî dibe 14.

Bi vî awayî deng û awaza hunermend Mihemed Şêxo bêyî destûra dagirkerên welat, sînorên di navbera her çar parçeyên Kurdistanê de derbas dikirin.

Beha Şêxo têkildarî mijarê got: “Heta îro jî stranên ku Mihemed Şêxo gotine, nehatine hejmartin. Ji ber ku hin stran hene di şevbuhêrkan de tenê carekê gotine û ji ber zexta hikumetan kaxezên helbestan qetandine. Zêdetirî 120 stranên Mihemed Şêxo hene. Me hin kasêtên nû li Başûrê Kurdistanê peyda kirine. Lêkolînên me hîn berdewam in.”

Di 1977`an de dema ku hunermend Mihemed Şêxo li gundekî Rojhilatê Kurdistanê mamostetiya muzîk û zimanê erebî dikir, şagirta xwe ya bi navê Nesrîn Meleke ku ew jî ji malbateke Kurd e, nas dike; paşê hunermend Mihemed Şêxo biryara hevjiyanê bi Nesrînê re dide.

Li rojhilat li malbata Mihemed Şêxo 4 zarok zêde dibin; Bêkes, Felek, Îbrahîm û Birûsk. Bêkes di temenê xwe yê du mehî de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dide. Paşê Mihemed Şêxo tevî malbata xwe ruxmî pirsgirêkên ku hikumeta Şamê jê re derdixistin, xwest vegere Rojava.

Di sala 1989`an de li Qamişloyê Mihemed Şêxo û birayê xwe Beha Şêxo tomargehekê bi navê Felek vedikin, lê ji ber tomarkirina stranên girêdayî cejna Newrozê û neteweya Kurd piştî 2 mehan ji aliyê hikumeta Şamê ve ew tomargeh tê girtin û 5 salan girtî dimîne.

`MEBESTA MIN PARASTINA KEDA HELBESTVANÊN KURD E`

Hunermend Beha Şêxo diyar kir ku Mihemed Şêxo hemû derfetên derketina derveyî Kurdistanê red dikirin, helwesta wî li her deverî yek bû.

Li ser xebatên wî yên hunerî Behaa Şêxo da zanîn ku wî xwe di nava xelekekê de nedihişt, li gel gotina stranan helbest jî dinivîsandin û wiha dom kir: “Helbestên cur bi cur dikirin stran da ku ew helbest nemîne veşartî, hest û naveroka wan helbestan bi awaz û dengê xwe xweş dikir.”

Behaa Şêxo da xuyakirin Mihemed Şêxo helbestên 18 helbestvanên Kurd ên navdar bi awaz kirine û gotine û got: “Mihemed Şêxo digot`mebesta min ji gotina stranan ew e ku keda helbestvanên Kurd bi demê re neyê windakirin`. Bi vî şêwazî ew helbest kirin xwedî bask û li Kurdistanê belav kirin.”

Beha Şêxo wiha pê de çû: “Ya herî girîng li cem Mihemed Şêxo ew bû; dixwest guhdar naveroka stranan nas bikin. Taybetmendiya dengê Mihemed Şêxo tu carî peyda nabe; zelalbûn, êş û xemgîniya deng ku ji dengê wî hatiye guhdarkirin, ez kêm mîna wî dibînim. Bandora deng û stranên Mihemed Şêxo di malbatê de li ser min hebû, dengê bavê min jî hebû, Mihemed Şêxo jî bandora xwe ji dengê bavê min girt. Em bi xwe fêrî muzîk û gotinan stranan bûne.”

‘MUZÎK Û STRANBÊJÎ ROLEKE GIRÎNG JI BO NETEWEYAN DILÎZE’

Birayê Mihemed Şêxo, hunermend Beha Şêxo bal kişand ser rola hunermendan û diyar kir ku muzîk û stranbêjiyê roleke pir girîng ji bo parastina neteweyan lîstiye û got: “Erka hunermendan e ku bi rêya stranan êş û azarên gelê xwe bigihînin cîhanê.”

Beha Şêxo wiha li axaftina xwe zêde kir: “Mihemed Şêxo ji bo pêşxistina strana kurdî, di hilbijartina gotinan de li helbestên bipeyam, biwate û di warê neteweyî û kurdewarî de serkeftî, digeriya. Bi vî awayî her dewam dikir, rojekê negot ez westiyam.”

Di sala 1989`an de ji ber nexweşiya `lawaziya dil` hunermend Mihemed Şêxo li mala xwe ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê jiyana xwe ji dest dide.

ANHA