ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-03-2022
9 adar, 2022   00:00

-Şêniyên Kobanê şehîdekî Hêzên Erka Xweparastinê û şehîdekî YPG'ê li goristana Şehîd Dicle oxir dikin, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Yekitiya Hunermendan a Herêma Cizîrê hunermend Mihemed Şêxo di salvegera 33'an a koça wî ya dawî de, li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo bi bîr tînin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Muxalifê ji Siwedayê Dr. Kemal Selûm got şoreşa Sûriyê dîsa ji Siweydayê dest pê kir, daxwazên şêniyên wê, daxwazên nîştimanî, siyasî û jiyanî ne. Her wiha got divê parêzgehên Sûriyê xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Rojnamevan û lêkolînera ji Misirê Wela Ebû Setît destnîşan kir ku diyarkirina rojekê ji bo bibîrxistin û teqezkirina rola jinan û hewldanên wan e û divê jin 8`ê Adarê bikin roja derbaskirina kêmasiyên sala berê û plansaziyan. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Megacenter a ku Mîşêl Ewn îsrar wê dike, di rojeva meclis hikumeta Lubnanê de ye. "Megacenter'' ya di demeke hestiyar de hatiye pêşniyarkirin dibe ku bandorê li dîroka hilbijartinên bê bike. Gelo Ewn û koma wî ya wezîran bi vê yekê hilbijartinan asteng dike? Gelo wê valahiya siyasî ya bi komên din re zêde bike, nemaze ku gelek xalên bi nakok di navbera wan de hene. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Hunermendan bi hunera xwe parastina çand û hunera gel kiriye. Mihemed Şêxo mînaka herî hêja ya vê yekê ye. Îro 33 sal di ser wefata Şêxo re derbas dibin, lê bê guman deng û awazên wî di nava gelê Kurd de dijîn.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA