​​​​​​​‘Megacenter’ sererastkirin e yan paşxistina hilbijartinan e?

Megacenter a ku Mîşêl Ewn israra wê dike, di rojeva meclis hikumeta Lubnanê de ye. Megacenter di demeke hestiyar de hatiye pêşniyarkirin û dibe ku bandorê li dîroka hilbijartinên bê bike. Gelo Ewn û koma wî ya wezîran bi vê yekê hilbijartinan asteng dike?

​​​​​​​‘Megacenter’ sererastkirin e yan paşxistina hilbijartinan e?
9 adar, 2022   07:04
BEYRÛT - ZIYAD EBÛ XEZALE

Pêwîstiya welatiyên Lubnanê bi reformeke rasteqîn heye, nexwasim li gel aloziya aborî û siyasî ku dikeve sala xwe ya 3’yemîn. Di demekê de ku Lubnan azarên nakokiyan dikişîne, çirûska serserastkirinê dibiriqin. Lê ev çirûsk ne diyar e ku hêvî û guhartina rastiyan pêk bîne, bi qasî ku ji bo astengkirina hilbijartinên bê ye.

Megacenter têgeheke siyasî ye, di hilbijartinên 2018’an de li Lubnanê derket. Lê wê demê lubnaniyan ronahî nedît. Di vê dawiyê de, tevî ku ne zêdetirî du meh ji dema hilbijartinan re maye, lê ev têgeh dîsa ketiye rojeva lubnanê.

“Megacenter” navendên hilbijartinan e ku divê li herêman werin vekirin. Ev navend ji bo dengdêran e da ku her yek li cihên rûniştina xwe deng bidin, hatine destnîşankirin. Pêdiviya vê yekê jî bi qeydkirina pêşîn heye, li gel wê jî divê tedbîrên pêwîst ji bo vê yekê werin girtin.

Têkildarî mijarê, rojnameger û nivîskara lubnanî Îlsî Mefrec ji ANHA'yê re axivî û got: "Megacenter daxwaza reformê ye ku ji ber gelek sedeman hewcedarî pê heye. Ya yekem, zexta ku ser dengdêran tê kirin ku ji bo ku wan bixapînin an jî bitirsînin, sedema vê yekê hebûna dengdanê li hin deveran e, dibe ku dijberek ku li derveyî devera taybetî tê de dijî, hebe û berî derketina derve du caran bifikire û dibe ku xwe ji vê yekê dûr bixin.

Ya duyemîn jî, wesayît û erebeyên mezin ku partî dabîn dikin, dibe ku bandorê li biryara dengdêran bike. Ji ber ew wesayîtan ji cihê rûniştinê heta cihê hilbijartinê misoger dikin.

Ya sêyemîn, hin dengdêr hene bi sedema dûrbûnê dudilî ne, nexasim digel bihabûna benzîn û veguhastinan.

Ya çaremîn, pêdiviya astengdar û mezinan bi hebûna "megacenterekî" amade heye, ji ber wê megacenter xwestekeke sererastkirinê ye."

Îlsî Mefrec wiha domand: "Lê pirsgirêk berê bi mijara derxistina kartê de bû ku gelek dem û pereyan dixwaze. Lê ev jî di vê demê de pir zehmet e. Têkildarî kesên dixwestin navên xwe di megacenter de tomar bikirana ku li derveyî herêmên xwe bûn, çare hebûn. Lê niha dem di ser re çû. Dibe ku pêkanîna megacentera niha hilbijartinên parlamentoyê dereng bixin an jî zexteke neyekser di vî aliyê de çêke. Ji ber ku Şepêla Neteweyî ya Azad di dosyaya hilbijartinan de rûbirûyî krîzê ye. Lê careke din dubare dikim xwestek bi xwe di sererastkirinê de ye. Lê dema pêkanîna wê û pereyên li gel dewleta Lubnanê yên ji bo plankirina wê, nîşaneyên derengxistina hilbijartinan e."

Komîteya megacenter wê roja pêncşemê li Qesra Bebeda bicivîne da ku rapora xwe pêşkêşî meclisa wezaretê bike. Ev civîn bi serkêşiya Mîşêl Ewn were lidarxistin û serokê hikumeta Necîb Mîqatî û serokê parlamentoyê Nebîh Birî amade bin.

Komîteya megacenter ji gelek wezîran pêk tê ku ji bo lêkolînkirina îmkana pesendkirina projeya megacenter di hilbijartinên bê yên parlamentoyê de hatiye erkdarkirin. Tê payîn ku herî dereng sêşema bê encamê wê bi raporekê pêşkêş bike.

Dê çend rojên din encamên projeya megacenter eşkere bibin ku şepêla Ewn pêşkêş kiriye û bi karta elektronîk ve girêdayî ye. Li hember wê jî ew yek tawanên bi hewldana derengxistina hilbijartinan hene.

Hêzên siyasî yên li Lubnanê dizanin ku avakirina megacenter dê bihêle gelek lubnanî beşdarî hilbijartinan bibin bêyî bizanibin dengê xwe bidin kê. Sedema vê yekê erebeyên hilbijartinan ên mezin ên partiyan e ku propagandayan dikin.

Li gel megacenter dê di navbera hêzên zirarker û sûdwar de bibin du beş. Bi gelemperî dibe tu kes sûdê wernagirin, ji ber ku proje digel zehmetiya wê ya niha de, pêk nayê. Lê pêşkêşkirina wê hewldanên serok Mîşêl Ewn in ku hilbijartinan ligel propagandaya sererastkirinê dereng bixe. Lê ev yek xwesteka civaka navneteweyî ya bi nûnertiya Fransa û Almanya ye ku megacenterê bi 2 milyon dolar fînanse dikin, bilind dike."

Di çarçoveya doza megacenter de, elaqeya navneteweyî nakokiya hundirîn ên di navbera koman de çareser nake. Ji ber ku kom di bingeh de li ser paşxaneya tedbîrên dozgeriyê yên Ewn û zavayê wî Cibran Basîl li dijî berpirsê banka Lubnanê Riyad Selame rûbirûyî gelek nakokiyan in. Ev jî dê gelek senaryoyên krîzê veke.

Îlsî Mefrec anî ziman ku pêdiviya vê mijarê bi xêzkirina gelek senaryoyan tune ye û got, di demekê de ku mijara hilbijartinan dûr dikeve, dibe ku mijar bi rêbazekî hêsan werin birêvebirin, ji ber ku pergala Lubnanê di erêkirina biryaran de xwe dispêre lihevkirinan.

Rojnamevan Îlsî Mefrec îşaret pê kir ku nakokiya di navbera Şepêla Neteweyî ya Azad û komên siyasî yên din ne nû ye û beriya hilbijartinan nakokî zêde dibin.

Îlsî Mefrec bi domdarî got: "Mijara Riyad Selame ji vê çarçoveyê dernakeve, ji ber ku zêdetirî berpirsekî li ser rewşa darayî ji nav jî Selame, hene. Lê biryara hesabê ji Riyad Selame hatiye xwestin. Lê ev kom di pêvajoyekê de şirîkê wê yê nûkirinê bû û nîşan dide ku ev kom li hesabxwestinê nagirin bi qasî ku balê dikişînin ser mijara hilbijartinan."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ewn ji ber ku berprisê banka navendî ya Lubnanê Riyad Selama cara sêyem li ser hev wekî şahid di lêpirsînên derbarê mijarên bankê de beşdarî rûniştina dozê nebû, doz vekiriye.

Bi her awayî ne pêkan e ti guhartineke nû têkildarî rêveçûna danûstandina bi sendoqa darayî ya navneteweyî re were qutkirin. Nexasim heke mijar girêdayî mafên hilbijartinan be, vebijêrk di çarçoveya gelek testan de cidî ye bandorê li cidiyeta Lubnanê dikin, weke şerta wergirtina desteka navneteweyî û derbaskirina krîza heyî.

Îlsî Mefrec ev tişt got: "Dê derengxistina hilbijartinên parlamentoyê bandorê li dîmena Lubnanê li hember sendoqa darayî ya navneteweyî bike. Danûstandina bi wê re li ser vî esasî tu cidiyetê nade yan jî guhartinekê li welat çênake."

Îlsî Mefrec wiha lê zêde kir: "Heke piranî beşê siyasî bi saya qanûna hilbijartinan û hevsengiya heyî ya darayî û ragihandinê vegerin dibe ku ev hilbijartin jî tu encamên baş çênekin."

ANHA