​​​​​​​Li bajarokê Zîban ê Dêrazorê mayinek hate bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Zîban ê li rojhilatê Dêrazorê mayinek bê bandor kir.

​​​​​​​Li bajarokê Zîban ê Dêrazorê mayinek hate bêbandorkirin
8 adar, 2022   12:57
DÊRAZOR

Şêniyên bajarê Zîbanê gilî li navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li rojhilatê Dêrazorê kir ku cismeke xerîb li kêleka rêya sereke heye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevî tîmeke endezyariya mayinan lêkolîn kir û piştre mayin îmha kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tîmên endezyariya mayinan di 5'ê Çileyê de li bajarokê Hecînê êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ'ê beriya ku pêk were, têk biribû.

(dx)

ANHA