Bi boneya 8’ê Adarê li Girkê Legê peykerek hate danîn

Şaredariya Girkê Legê bi boneya 8’ê Adarê li sûka navendî ya navçeyê peykerek danî ku keda jinan dinimîne.

Bi boneya 8’ê Adarê li Girkê Legê peykerek hate danîn
8 adar, 2022   14:01
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Girkê Legê bi bonaye 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi hevkariya endamên Kongra Star li sûka navçeyê peykereke jinan çêkir.

Hevseroka Şaredariya Gel a Girkê Legê Nisrîn Mihemed Lekî li ber peyker axivî û diyar kir ku ev peyker sembola têkoşîna jinan û rola wan a di civakê de ye.

(dx)

ANHA