Peyama 8’ê Adarê ya Komîteya Jinan a Partiya Kesk

Komîteya Jinan a Partiya Kesk a Demokrat, bi peyamekê 8’ê Adarê li jinên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku Rêveberiya Xweser sîstemeke wekhevîxwaz e û hate gotin “Divê Rêveberiya Xweser û projeya wê li tevahiya Sûriyê belav bibe.”

Peyama 8’ê Adarê ya Komîteya Jinan a Partiya Kesk
8 adar, 2022   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Komîteya Jinan a Partiya Kesk a Demokrat peyameke nivîskî weşand. Naveroka peyamê wiha ye:

“Ji dîroka dema Neolotîk de heta desthilata Someran, êdî jin hate dîtin wek çîneke bindest û ji wê demê de heta niha bi hezarên salan zilm û zor li ser jinan tê meşandin.

Lê jin jî ji dîroka jiyanê her dem bi raperîn û ne qebûlkirinê têkoşîna xwe berdewam kiriye, ta em gihaştin sedsala 19'an li Amerîkayê dema ku hejmarek jin têkoşîneke dane pêş ji bo mafên kar, hem mûçeyên wekhev ji bo heman karî, di encamê de ku bûyereke balkêş bû, hat diyarkirin rojeke jinan ku zilm û zor li ser jinan bê rakirin, heta roja me ya îro jin li tevahî dinyayê vê rojê pîroz dikin.

Lê mixabin li piraniya cîhanê hîn ew zilm û zor li ser jinan berdewam e, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jixwe bi avakirina hêzên parastinê li herêmê jinan karî di hundirê wan hêzan de cihê xwe bigire û hêzên parastina jinan bide avakirin, serkêşiyê ji şoreşa Rojava re bike, hem mil bi mil jî di hemû beşên jiyanê de jiyanê berdwam bike.

Di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de em di sîstemeke wekhev de dijîn û xweseriya jinan jî qebûl dike.

Em jî weke Komîteya Jinan a Partiya Kesk a Demokrat xwesteka me ye ku Rêveberiya Xweser û projeya wê li tevahiya Sûriyê belav bibe. Tê wateya bidestxistina jinan ji mafê wan re. Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên têkoşer pîroz dikin.”

(sb)

ANHA