Li kampa Holê şewat

Li kampa Holê di beşê 5'an ê taybet malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên ji Sûriyeyê şewat derket.

Li kampa Holê şewat
5 adar, 2022   20:06
HESEKÊ

Çavkaniyekî ewlehiyê ragihand ku li beşê 5'an ê kampê yê taybet bi malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên sûrî şewat hate derxistin.

Şewat belavî beşên din ên kampê bû, di encamê de 4 kon şewitîn.

Hate gotin ku di şewatê de ziyanên canî çênebûn.

Heman çavkanî diyar kir ku şewat bi zanebûn hate derxistin û got konê hate şewitandin yê jinekê bû ku serî li rêxistinên û komeleyên xêrxwaziyê yên li kampê dixebitin dide ku destekê dide jinên DAIŞ'î da ku fikirên tundraw rizgar bibin.

ANHA