​​​​​​​'Gelên ku serkeftinan bi dest dixin bi çanda xwe ve girêdayî ne'

Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Osman Elî got: "Divê her kes li herêmên me ji mala xwe dest bi berxwedanê bike, ji ber ku gelên ku di şoreşan de bi ser dikevin di aliyê çandî de hevgirtî ne."

​​​​​​​'Gelên ku serkeftinan bi dest dixin bi çanda xwe ve girêdayî ne'
6 adar, 2022   02:28
KOBANÊ

Rejîmên faşîst bi awayên curbecur hewl didin gelên azadîxwaz li Rojhilata Navîn tune bikin, bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dewleta dagirker bi awayên curbecur hewl dide herêmên wê dagir bike, lê gel xwedî li mîrata xwe ya çandî derdikeve û hebûna xwe tê de dibîne.   

Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê Osman Elî got: "Em îro rûbirûyê metirsiya hebûn û tunebûnê ne, dijminê me di serî de çanda me dike hedef. Rêya herî baş a têkbirina planên dijmin ew e ku em xwedî li axa xwe derkevin û mîrata çandî zindî bikin."

Osman Elî her wiha diyar kir ku rejîma Sûriyê bi şerê li dijî folklora kurdî li bajarên kurdan şerê çanda Kurdan dikir û got: "Îro jî dewleta Tirk a dagirker bi awayên curbecur hewl dide herêmê dagir bike. Tevî ku dewleta Tirk malên sivîlan bombebaran kir bi balafirên bêmirov sivîl kirin hedef, dîsa jî gel ji herêmên xwe koçber nebûn. Ji ber vê yekê jî bi rêya ajanên xwe hewl dide mîrata çandî ya herêmê ji holê rake.

Osman Elî wiha dom kir: "Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer ragihandiye ve, rêbazên înkarkirina çandê dimeşîne, dest bi rûxandina cihên olî yên pêkhateyan kir, dibistanên bi zimanê Tirkî vekirin û dar şewitandin."

' DIVÊ HER KESEK JI HUNDIR MALA XWE DEST BI BERXWEDANÊ BIKE  '

Xweparastin ji bo gelên bindest ên ku dixwazin sînoran bişkînin, erkek pîroz e. Rêbaza herî baş a xweparastinê xwedîderketina li axa xwe û berxwedana li hember êrişên dagirkeriyê ye.

Bi nêrîna Osman Elî ku xweparastin yek ji zagonên gerdûnê ye, her mirovek bi rengekî xwe diparêze, kulîlk bi striyan xwe diparêzin û mirov hebûna xwe bi awayên cuda diparêze, rêbazê herî girîng berxwedanî ye. 

Osman Elî destnîşan kir ku divê her kes ji hundirê mala xwe dest bi berxwedanê bike û got: "Ji ber ku gelên ku di şoreşan de bi ser dikevin di warê çandî de hevgirtî ne. Em xwediyê doz û axê ne, di dîrokê de em rastî êriş û komkujiyan hatin, lê bi xwedîderketina li axa xwe û parastina mîrateyên çandî, em ê li hemberî dijmin bi ser bikevin."

Osman Elî wiha dom kir: "Gelên azadîxwaz bi îradeya xwe bi ser dikevin û gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî van taybetmendiyan in. Şoreşa Rojava, şerê Kobanê û têkbirina çeteyên DAIŞ'ê rêxistina herî xeternak a serdema nûjen û berxwedana serdemê ya li Efrînê û têkoşîna li hemberî hovîtiya dewleta Tirk, ev hemû nîşan dide ku gelên herêmê bi qasî ku ji azadiyê hez dikin ji êrişan natirsin."    

' BAJARÊN EWROPAYÊ NE YÊN ME NE '

Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Osman Elî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê herêmê kir"Hişyar bin, ji ber ku tenê bi çekan em nikarin dijmin têk bibin. Bajarên Ewropayê ne yên me ne, ji ber ku koçberî ne çareserî ye."

(dx)

ANHA