ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-03-2022
6 adar, 2022   00:00

- Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Osman Elî got: "Divê her kes li herêmên me ji mala xwe dest bi berxwedanê bike, ji ber ku gelên ku di şoreşan de bi ser dikevin di aliyê çandî de hevgirtî ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El-Cemîlî got "Armanca xistina navê PKK’ê di “lîsteya terorê” de, lawazkirina PKK`ê ye û da ku fikrên wê li Rojhilata Navîn belav nebin, ji ber ku li hember berjewendiyên dewletên kapîtalîst e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Tirbespiyê pêngava paqijkirina bendava Mizgeftê tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya bi navê "Ji bo jin û mêr pirsgirêka azadiyê" panelekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Jinê ya MSD'ê têkildarî dîroka jinan panelekê li Reqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildarî nasandina Roja Jinan a Cîhanê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê panelekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê şahiya 8'ê Adarê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Platforma çalakiyên hevbeş a tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8'ê Adarê çalakiyên cûr bi cûr li navçeyên kantona Hesekê li dar dixin, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star bi boneya 8'ê Adarê mîhrîcanekê li Qada Şehîd Egîd ya bjarê Kobanê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Azadiya Rêbertî ya Minbicê derbarê pêngava komkirina îmzeyan a ji bo rakirina qedexeyê li ser PKK'ê de daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Sûriyê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê panelekê li bajarê Minbicê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li herêmên başûr ên Sûriyê hejmara kesên narkotîkê bi kar tînin, zêde bû li gel ku desthilata xwecih nikare rê li pêşiya vê diyardeyê bigire. Derbarê Lîbyayê de serokê hikumeta Lîbyayê Fethî Başaxa paşguhkirina hewldanên Ebdulhemîd El-Debîbe didomîne. Ji ber vê yekê El-Debîbe hewldanên xwe zêde kirin da ku erkdarkirina hikumeta nû asteng bike.

KURDISTAN

- Ridwan Silêman ev 31 sal e ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin. Tevî ku cezayê Ridwan Silêman temam bûye jî, dewleta Tirk wî bernade û 6 mehên din ceza lê birî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Digel berdewama tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukrayna metirsiyên ji rûdana şerê cîhanê zêde dibin. Lêkolîner û şîrovekarê siyasî Sarkis Ebû Zeyd gelek sînaryo danîn; jê jî avabûna pergaleke nû ya globalî, guhartina pergala desthilatê li Ukrayna yan parçekirin an têkçûna Rûsya û vekişîna wê. Di heman demê de nivîksar û şîrovekarê siyasî Beşar Cerar jî hişyarî li ser erka qirêj a dewleta Tirk li Sûriyê da.

ANHA