Şehîd Ebûd Ehmed El-Şihade li MInbicê hate oxirkirin

Şêniyên Minbic cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebûd Ehmed El-Şihade li goristana şehîdan spart axê.

Şehîd Ebûd Ehmed El-Şihade li MInbicê hate oxirkirin
Şehîd Ebûd Ehmed El-Şihade li MInbicê hate oxirkirin
Şehîd Ebûd Ehmed El-Şihade li MInbicê hate oxirkirin
Şehîd Ebûd Ehmed El-Şihade li MInbicê hate oxirkirin
Şehîd Ebûd Ehmed El-Şihade li MInbicê hate oxirkirin
5 adar, 2022   13:54
MINBIC

Merasîma oxirkirinê ya şehîd Ebûd Ehmed El-Şihade li Minbicê li dar ket.

Li goristana şehîdan a Minbicê endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Raid Ehmed got: "Rast e hevalê me şehîd bû, lê erkeke giran da ser milê me ku ew jî parastina vê xakê ye ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Şêx jî got: "Divê her time em wefadarên wan lehengan bin û sozdarê rêya wan bin."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebû jî wiha axivî: "Minbic her tim bi ewlad û rihê xwe yê civakî tê naskirin. Li ser vê yekê em soz didin şehîdan ku em ê şopdarên rêya wan bin û heta çareserkirina doza xwe û projeya xwe ya demokratîk, em ê li ber xwe bidin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El-Îdo nasnameya şehîd xwend û di dawiyê de cenazeyê şehîd hate veşartin.

(eh)

ANHA