​​​​​​​Rêveberiya Xweser ragihand ku 8’ê Adarê betlaneya fermî ye

Rêveberiya Xweser ragihand ku bi boneya 8`ê Adarê hemû sazî û daîre dikin betlane.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser ragihand ku 8’ê Adarê betlaneya fermî ye
5 adar, 2022   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro biryarnameyek ragihand.

Di biryarnameyê de wiha hate gotin: "Li ser bingeha qanûna betlaneya fermî ya Rêveberiya Xweser, her wiha li gorî madeya yekem a qanûna Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roja sêşemê (08.03.2022) bi boneya Roja Jinan a Cîhanê hemû sazî û daîreyên Rêveberiya Xweser, ji bilî daîreyên ku pêwîstî pê heye li ser karê xwe bin, dikin betlane."

(eh)