Encamnameya konferansa êzidî û feyliyan

Konferansa Kurdên feylî û êzidî ku vê sibê li Bexdayê dest pê kiribû, bi ragihandina encamnameyê bi dawî bû.

Encamnameya konferansa êzidî û feyliyan
5 adar, 2022   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Encamnameya konferansê bal kişand ser pêwîstiya xebat û têkoşîna hevbeş a ji bo parastina pêkhateyên resen ên li Iraqê û dabînkirina mafên wan.

Di encamnameyê de wiha hate gotin:

“- Têkoşîn ji bo bihêzkirina hebûna siyasî, civakî û çandî ya pêkhateyên feylî û êzidî.

- Yekgirtin û serbixwetiya gotar û biryara siyasî.

- Bi fermî komkujiya êzidiyan were naskirin.

- Êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal û derdora wê wek berdewama êrişên DAIŞ’ê û dewleta Osmaniyan ya ji bo komkujiya pêkhate û binpêkirina serweriya Iraqê were naskirin.

- Îradeya pêkhateyan li ber çavan were girtin û li hemû saziyan nûnertiya wan bê cudahî were garantîkirin.

- Li biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya hejmara 43’yan ku di 22’yê Sibata 2022’yan de derketiye, rêz were girtin.

- Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo parastina çand, bawerî, cografyaya êzidiyan were naskirin û bike hîmê siyasî û civakî ya êzidiyan. Ji bo pêşkeftin û pêşveçûnê û xweparastina ji bo îradeya xwerêveberiyê derfet werin afirandin.

- Rê were girtin ku sîstema xwerêveberiya Şengalê sûd ji alîkariya navneteweyî bigire. Hikumeta Iraqê bûdçeya taybet jê re veqetîne, ji bo ku sûdê bide mijarên fêrkirin, xizmetguzarî û afirandina derfetên kar.

- Karkirina li ser hîmê herêmên wêranbûyî yên feylî û êzidiayn û vegera koçberan li ser warê xwe. Dûrxistina pêşbaziyên hizbî û rêxistinên siyasî yên navxweyî û derve.

- Redkirina lihekvirina di navbera Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û were îtirafkirin ku ev lihevkirin bi ti awayî nûnertiya îradeya êzidiyan nake.

- Ji bo vegerandina jin û zarokên êzidî yên hatine revandin û avakirina navendeke ji nû ve perwerdekirinê hewl were dayîn.

- Li hemberî hewldanên ji bo guhertina şûnwarên êzidî û feyliyan rawestîn û her wiha her sê serokên Iraqê çavdêriyê bikin.

- Di çarçoveya bihêzkirina sîstemekî nemerkezî de rê were dayîn ku Komelgeha Kurdên Feylî li Bexda û herêmên din ên Iraqê xwe bi rêxistin bikin.

- Ev konferans dê bibe hîmê bingehîn ê ji bo karê hevbeş ê di navbera pêkhateyên resen ên Iraqê de.

- Karkirina ji bo parastina çand û zimanê tevahiya neteweyan ku bi hemû awayî di destûra Iraqê de heye.

- Pêwîst e em hemû bizanin ku azadiya jinan, ji bo her guhertinek civakî û çespandina ewlehî û asayîşê û aramiyê rolek sereke ye. Ji bo vê jî pêwîst e jin di tevahiya kar û barên de rola xwe zêde bikin. Daxwazê ji tevahiya jinên pêkhateyan dikin ku têkoşîna jinan bi rêxistin bikin û sûdê ji ezmûna hev bigirin.

 - Avakirina lijneyek ji her du pêkhateyen ji bo çavdêrîkirina biryarên konferansê.”