ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-03-2022
5 adar, 2022   00:00

- Aloziya li herêmên din bin kontrola hikumeta Şamê de berdewam dike, gihişt asta hilweşandina pergala civakî, aborî û tenduristî. Sedema vê yekê gendeliya di saziyên dewletê de ye. (BI WÊNE).

- Şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Reqayê banga hikumeta Şamê ya “lihevkirinan” red kir û got: "Lihevkirinên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de nebe, dê bi ser nekevin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Li kantona Qamişlo di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê pêşangeheke hunerî li bajarê Dêrikê vedike. Meclisa Gel a bajarokê Mistefawiyê ya Girkê Legê pêşangeheke alavên kevn li navendê meclisê vedike. Şêniyên Tirbespiyê jî şahiyekê li nêzî bendava gundê Maşûq li dar dixin. Her wiha şêniyên bajarkê Til Marûf ê Dêrikê parkeke zarokan vedike.  Mamosteyên li kantona Qamişlo maçeke basketbol li stada bajarokê Rimêlan li dar dixe. Li Çilaxa jî Kongra Star semînerekê dide. Bi heman armancê Kongra Star serdana Mala Gaziyan, Meclisa Malbatên Şehîdan, HPC û YPJ, Asayîşê-JIN dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li kantona Hesekê jî Kongra Star bi hevkariya saziyên sivîl ên Zirganê serdana navendên leşkerî dike. Li Til Temir û Holê semîneran li ser zihniyeta baviksalarî ji mêran re li dar dixe.  Di heman demê de diyariyan li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirên ên li Holê tên belavkirin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê û Nivîsgeha Jinan a Şaredariyên başûr pêşangeheke cilan û karên destan li avahiya şaredariya Hesekê vedike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di çarçoveya cezayên aborî de ku ji destpêka destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ve li Rûsyayê hatine ferzkirin, welatên rojavayî cezayên nû ji bo derxistina Rûsyayê ji pergala SWIFT’ê ragihandin.  (BI WÊNE).   

KURDISTAN

- Hêzên herêmê û cîhanê PKK'ê wekî kelemekê li pêşiya planên xwe dibînin, ji ber vê yekê bi hemû rê û rêbazan hewl didin PKK'ê tune bike. Ev partî xistina "lîsteya terorê ye" da bi rêya vê yekê tevahî planên qirkirina kurdan rewa bikin. (BI WÊNE).

ANHA