​​​​​​​Gelo dê tenê Rûsya zirarê ji derxistina ji SWIFT’ê bibîne?

Di çarçoveya cezayên aborî de ku ji destpêka destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ve li Rûsyayê hatine ferzkirin, welatên rojavayî cezayên nû ji bo derxistina Rûsyayê ji pergala SWIFT’ê ragihandin.     

​​​​​​​Gelo dê tenê Rûsya zirarê ji derxistina ji SWIFT’ê bibîne?
5 adar, 2022   05:28
NAVENDA NÛÇEYAN- LÎLAV DÎWANÎ- ŞEYME ELÎ

Piştî ku welatên rojavayî behsa dûrxistina gelek bankên Rûsyayê ji pergala SWIFT’ê) kir, gelek nirxandin têkildarî cezayên li ser Rûsyayê hatin kirin.

Piştî ku Rûsyayê komarên Luhansk û Donetsk di 21`ê Sibatê de nas kirin û di 24`ê Sibatê de destwerdana Ukraynayê kir, gelek dewletên ewropî ceza li Rûsyayê ferz kirin.

Piştî gotûbêjên aliyên siyasî yên ewropî de, Yekitiya Ewropa (YE), Amerîka û hevalbendên wê li hev kir ku gelek bankên Rûsyayê ji pergala SWIFT’ê derxin. Li rex wê jî sermiyanên Banka Navendî ya Rûsyayê cemidandin. Ji ber wê dê gelek zehmet be ku Rûsya sermiyanên xwe yên li derve bi kar bîne.

Almanyayê jî da xuyakirin ku ne hêsan e bankên Rûsyayê ji pergalê bên dûrxistin. Berdevkê hikumetê Stephen Hebestreet got: “Ji aliyê fenî ve, zehmet e Rûsya ji pergala SWIFT’Ê bê dûrxistin. Ev yek dê bi awayekî neyînî bandorê li kar û barên bazirganî yên Almanyayê û şîrketên wê yên li Rûsyayê bike.”

Hebestreet her wiha got gelek welat li dijî ferzkirina cezayên têkildarî petrol û gaza Rûsyayê derketine.

Serokwezîrê berê yê Rûsyayê Dmitriy Medvedev derxistina gelek bankên Rûsyayê ji sîstema SWIFT’ê, wek ragihandina şer nirxand.

SWIFT ÇI YE?

SWIFT (Society for Worldwide Interbank Financial Telecommunication - Tora ji bo Telekomunîkasyona Darayî ya Bankan a Navneteweyî) sala 1973`yan ava bû û navenda wê li Belçîkayê ye. 11 hezar bank û saziyên malî yên zêdetirî 200 dewletan bi rêya SWIFT’ê pere vediguhêzin.

Bankên Amerîka û Ewropayê ev pergal ava kir da ku keysbazî çênebe. Tora niha ya zêdetirî 2 hezar bank û saziyên darayî ye.

Banka Navendî ya Belçîkayê bi hevkariya bankên navendî yên cîhanê çavdêriya wê dike.

SWIFT ji bo endamên xwe dibe alîkar ku bazirganiyeke navneteweyî ya aramtir peyda bikin. Ji bo parastina pardaran, di komkirina xebatên ku hatine kirin de, belgeyeke fermî ye.

Li cîhanê pergala SWIFT’ê ne ya yekane ye lê ya serwer e.

Rûsyayê jî pergaleke alternatîf ava kir û Çînê jî mîna wê kir. Li gorî kovara Forbesê ev her du pergal ji SWIFT’ê biçûktir in û pêdiviyên her du dewletan peyda nakin.

Ruxmî wê jî Rûsya dikare bêyî pergala SWIFT’ê têkiliyên bankan bi dewletên din re pêk bîne lê lêçûna wê dê zêdetir be.

ENCAMEN DERXISTINA RÛSYAYÊ JI SWIFT’Ê

Lêkolînerê aborî Yunis Kerîm ji ajansa me re axivî û got: “Derxistina Rûsyayê ji pergala SWIFT’ê bandor li sinifandina bankan dike. Yanî dê bandor li biryarên veberhênanan bike. Yanî dê veberhênanê nekin û dê di encamê de borsa hilweşe. Rûsya bi giranî bi rêya vê pergalê kar û xebatên bankan dimeşîne, ji ber hinardeyên petrol û gazê bi dolar tên firotin. Yanî dê bi awayekî mezin zirarê bide pereyên hinardeyên petrol û bazirganiya derve.”

Yunis Kerîm wiha pê de çû: “Di heman demê de metirsiya li ser pereyên li bankên navendî heye ji ber ku Banka Navendî ya Rûsyayê neçar dike ku zêrên li cem xwe bifroşe. Ev yek dê zextê li rubleyê bike û êdî nema bê bikaranîn. Yanî dê aborî hilweşe û vegere şert û mercên aborî yên beriya 1994`an."

Kerîm bi domdarî got: "Dê Amerîka û Ewropa bi rêya saziyên xwe nehêlin ev firotin çêbibe, ji ber ku ew ê cezayan li ser kesên têkiliyan bi Rûsyayê re çêbikin, ferz bike. Li vir nuqteyeke girîng heye, nirx dê ne wekî li bazarê be, dê bi derdora ji sedî 30 an jî ji sedî 40 kêmî wê be. Ev yek dê bandor li miqdara pereyan di banka navendî ya Rûsyayê de bike ku pere kêm bibin û dê enfalîsyon dest pê bike. Bi wê re qada deryayî dê bikeve destê bankên biyanî û dê dest deynin ser şîrketên gaz û eneriyê."

Yunis Kerîm nirxandina xwe wiha berdewam kir: "Pergala SWIFT a heyî ji bo sînordarkirina rejîma Rûsyayê û ewropî ye, ji ber ku aboriya Ewropa şirîka mezin a aboriya Rûsyayê ye. Di encamê de ev tengavkirin, tengavkirineke veguhastî ye lê beyî ku bibe sedema şerekî trajedîk di navbera her du aliyan de."

2014`an piştî ku Rûsya Qirim tev li axa xwe kir,  wezîrê darayî yê Rûsyayê wê demê ragihand ku vê yekê ji sedî 5 bandor li hilberîna xwecih ya Rûsyayê bi giştî kiriye.

Kerîm bal kişand ser armanca cezayên li ser Rûsyayê û got: "Armanca sereke têkbirina aboriya Rûsyayê ye. tu çareseriyên demkî tune ne ku Rûsya ji vê rewşê derkeve. Çîn naxwaze tev li şerekî bi rojava re bibe Rûsya bû sedema wê. Ew naxwaze ceza li ser bên ferzkirin heta ku sînodarkirî be jî. Ji ber ku pergala SWIFT, pergaleke xetere ye û tu bank naxwaze jê derkeve, ji ber vegera berdêla vegera di nav SWIFT de giran e. Rûsya dê vê berdêlê bide ji ber ku ambargo li ser wê ye."

Hin serokên cîhanê ji wan, serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson li ser derxistina Rûsya ji sîstema SWIFT hişyarî dan, lê li gorî raporên Reutersê, ne pêkan e ku rayedarên YE`yê di vê qonaxê de gaveke wiha biavêjin, ji ber ku bandorên wê yên muhtemel hene.

CNN’ê ragihand ku hin jî vê tedbîrê wekî "Vebijêrka nukleerî" bi nav dikin. Rayedarekî rêveber ê bankeke binyanî ji rojnameya Financial Times wiha axivî: "Bi sedema vê biryarê dê li Rûsyayê gendeliyeke mezin derkeve holê, di heman demê de dê kanaleke sereke bigire ku ewropî bi rêya wê temenê gaza Rûsyayê didin ku gelek pêwîstiya wan pê heye."

‘VEBIJÊRK SÎNORDAR IN’

Têkildarî vebijêrkên li pêşiya Rûsyayê, aborînas Kerîm wiha axivî: "Jixwe vebijêrkên li pêşiya Rûsyayê sînordar in; an bi Çînê re bide û bistîne ku hewl dide sûdê ji rewşê bigire û fişarê bike da ku Rûsya bi nirxên ku ew dixwaze, bide qebûlkirin. Yan jî şerê bi Ukraynayê re temam bike û serkeftinê pêk bîne. Yan jî çareseriyeke din bibîne ku Ukrayna û YE wê qebûl dikin. Ji bilî vê, dê Rûsya bi ziraran re rû bi rû bimîne.”

`RÛSYA Û EWROPA NAXWAZIN DOSYAYA GAZÊ BIKEVE ROJEVÊ`

Der barê dosya gazê ya ji Ewropa hatiye hinartin de, Yunis Kerîm ev nirxandin kir: "Heta niha têkildarî qutkirina gazê yan jî nedana heqê wê, tu biryareke ewropî yan jî rûsî nehatiye ragihandin. Mijar ne girêdayî qutkirina gazê ye, lê belê girêdayî piraniya kel û pelan e ku aborî û welatiyên rûs debara xwe pê dikin. Ji ber wê her du alî naxwazin mijara gazê bixin rojevê."

‘CEZAYÊN TÊKILDARÎ SWIFT’Ê DÊ BANDORÊ LI SÛRIYÊ NEKIN’

têkildarî bandora vê sîstemê li Sûriyê, aborînas Kerîm got: "Ji xwe Qanûna Qeyser cezayên mezin li bankên navendî yên Sûriyê birîne, di encamê de ew derveyî sîstema SWIFT e û dema Rûsya ji vê sîstemê derkeve, dê bandorê li Sûriyê neke."

Kerîm pêşbîn dike ku madam Sûriyê piştgiriya Rûsyayê dike dê tevgera sûriyên dewlemend li cîhanê were sînordarkirin û ev jî dê gelek peyaman taloq bike ku gelek dostên rejîmê bi rêya wê hewl didan piştgiriya rejîma Sûriyê bikin. Mîna xeta gazê ya Misirê û xeta kehrebeyê ya Urdinê û heta vegera wê ya Komkara Erebî.”

Yunis Kerîm da zanîn ku dibe bandor li hewldana kontrolkirina petrola sûrî û frotina wê bibe û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Di halê hazir de ne pêkan e ku hevkarî di navbera qadên taybet û qadên sûrî de çêbibe. Mijar niha aloztir bû. Lê li beramber wê piştevanên rejîma Sûriyê li Ewropayê hene. Hewl didin fişara li ser sivik bikin ji ber ku Sûriye tu bandor li siyaseta Rûsyayê nake.”

(dx-eh)