​​​​​​​Li Pakistanê di mizgeftekê de teqîn çêbû: Herî kêm 30 kuştî

Li Pakistanê di mizgefeteke şîeyan de teqînek çêbû û di encamê de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Pakistanê di mizgeftekê de teqîn çêbû: Herî kêm 30 kuştî
4 adar, 2022   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li bajarê Peşaver ê parêzgeha Hayber-Pahtunhva ya Pakistanê di mizgefteke şîeyan de teqînek çêbû û di encamê de herî kêm 30 kes mirin.

Teqîn di dema nimêja înê de çêbû. Li gorî agahiyên berdest 56 kes jî birîndar bûne û rewşa 10 birîndaran giran e.

Li gorî agahiyên destpêkê, êrişkaran pêşî gule li polîsan reşandine û piştre ketine mizgeftê.

Li gorî medyaya xwecih, êrişkarek ketiye mizgeftê, 2 peywirdarên dewletê kuştine û piştre xwe teqandiye.