Li gundewarê Himsê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li nêzî herêma Sebxa ya gundewarê rojhilat ê Tedmurê û gundewarê rojhilat ê Himsê li dijî erebeyeke hêzên hikumeta Şamê êriş pêk hat. Di encamê de 3 leşkerên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Li gundewarê Himsê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
4 adar, 2022   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya SOHR, li nêzî herêma Sebxa ya rojhilatê Tedmurê, li gundewarê rojhilatê Himsê li dijî erebeya hêzên hikumeta Şamê êrişek pêk hat. Di encamê de 3 leşkerên di erebeyê de hatin kuştin.

Li gorî belgeyên SOHR, sala 2022'an ve 115 kes hatin kuştin, ji wan 69 çeteyên DAIŞ'ê ne ku li derverên cûda yên Sûriyê di êrişên hewayî yên Rûsyayê de hatin kuştin, 46  leşkerên hikumeta Şamê û alîgirên wê ne ku di 21 êrişên DAIŞ'ê de hatin kuştin.