Hikumeta Şamê lîsteyeke navan amade kir da ku wan bişîne bakurê Sûriyê

Li gorî gelek çavkaniyan, saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bang li çekdarên berê kir ku çekên xwe raest bikin. Her wiha lîsteyeke navan amade kiriye da ku gelek kesan ji gundewarê Şamê bişîne herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de.

Hikumeta Şamê lîsteyeke navan amade kir da ku wan bişîne bakurê Sûriyê
4 adar, 2022   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre gelek çavkaniyan, serokê şaxê Sasa yê Şubeya Istixbarata Leşkerî ya 220`an a gundewarê Şamê, beriya çend rojan bi endamên Komîteya Lihevkirinê ya bajarokê Kenakir û rûspiyan re li navenda şaxê civiyaye.

SOHR`yê diyar kir ku serokê şaxê Sasa ji endamên komîteyê û rûspiyan xwestiye ku çekdarên berê yên tev li lihevkirinan bûne çekên xwe radest bikin.

Her wiha destnîşan kir ku lîsteyeke navan amade kiriye da ku wan bişîne bakurê Sûriyê piştî ku çekên xwe radest bikin.

Li aliyekî din dan û standinên têkildarî daxwazên komîteya lihevkirinan û rûspiyan ku girtiyên ji şêniyên Kenakir ê rojavayê Şamê serbest werin berdan, li beramber qebûlkirina koçberkirina çekdaran berdewam in ku tev li lihevkirinan nebûne. Dê piştî çareserkirina dosyaya kesên naxwazin tev li lihevkirinan bibin, lihevkirinên din çêbibin û çek radestî şaxê Sasa werin kirin.

(şx)