Nameya dayika Minewer Cefer ji rêber Abdullah Ocalan re

Dayika Minewer Cefer ku 2 zarokên wê şehîd in, ji rêber Abdullah Ocalan re nameyek nivîsand. Dayika Minewer got “Ji bajarê Dêrika Hemko ya hêlîna qehremanan sed silav ji te re bi rê dikim rêberê min.”

Nameya dayika Minewer Cefer ji rêber Abdullah Ocalan re
3 adar, 2022   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayika Minewer Cefer (95) ji Dêrikê ya herêma Cizîrê ye û 2 zarokên wê û zavayekî wê di nava refên tevgera rizgariyê de şehîd bûne. Dayika Minewer Cefer ji rêber Abdullah Ocalan re nameyek nivîsand û tê de wiha got:

“Navê min Minewer Cefer e. Ez ji bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê me. Ez dayika şehîd Dijwar û şehîd Warşîn im. Di heman demê de zavayê min Rêber jî şehîd e.

Piştî şehadeta Dijwarê min bi çend salan bi rêya hevalan ez çûm Şamê, ez û kurê xwe Mehmûd ji gundê Dêrikê çûn mala welatparêzê bi navê Seîd a li taxa Rûknedîn ya Şamê. Dema em gihaştin wê malê, hevalek hat, em birin cihekî din, min nezanî em diçin cem Serok. Dema em gihaştin cihê Serok, di deriyekî mezin re em ketin hewşê, deriyekî din ê biçûk hebû. Min pişta Serok dît, diçû û dihat, êdî min fêm kir ku em çûne cem Serok. Piştre me bi hev re xwarin xwar, min hinek xwarin xwar û paşde vegeriyam. Lê Serok hinek kebab da min, min got ez nikarim bixwim, Serok got vê jî bixwe tu yê baş bibî. Ji ber ku ez ji bo doktor çûbûm Şamê.

Dema ez hatim cem te, te ji min re got "Tu hatiye bazara kurê xwe bikî?” Min got “Na ez nehatime bazara kurê xwe, deh kurên min gorî te bin.” Rêberê min, te ji min re got “Wiha nebêje.” Min got “Serokê min, zarokên min hene, ez ê wan jî bi rê bikim cihê wan”.

Şeş rojan li cem Serok mam. Ez berê nexweş bûm, hevalan ez birim cem doktor, dermanê min li Şamê peyda nebû, piştî em vegeriyan cem Serok, Serok pirs kir û got “Hûn ji doktor xelas bûn.” Heval ji Serok re got “Serokê min, me dermanê yadê peyda nekir.” Serok ji bo dermanê min heval şand Lubnanê. Serok ji hevalê Faîk re got, dermanê yadê zêde bîne. Hevalê Faîq dermanê 7 mehan ji min re anî. Êdî dema xatirxwestinê hat. Serok ji min re got “Tu dixwazî bi re wêne bikişînî?” Min got “Erê serokê min. Dema ez biçim malê ez ê ji bêjim ez çûbûm cem Serok, ji bo ku ji min bawer bikin.”

Serokê min, me dinya bi çavê te dît, em deyndarê fikrên te ne, te bi fikrên xwe dinya xweştir kir.

Ez 95 salî me, xwezî ez nexweş neketibama, ez hîna têra 10 salên din hebûm. Lê belê îro li Rojava şoreş li dar e, ez pê serbilind im, ji ber ku fikrên te û keda şehîd û xebatkaran dibînim. Ez kêfxweş im ku keda te û şehîdan vala neçû. Îro zarokên me di saziyên rêxistinê de kar dikin. Ez dibêjim bi keda Serokê me, şehîdên me û tevahî kesên ku îro xebatê dimeşînin, em li ser lingan in û baweriya min xurt e ku tu yê ji girtîgehê derkevî û tu yê ji me re civîneke mezin çêkî. Em ê li hember dijmin bi ser bikevin, serkeftin û serfirazî ya me ye.”

ANHA