​​​​​​​‘2 hezar û 500 çeteyan di bin çavdêriya dewleta Tirk de ji Sûriyê vediguhêzin Ukraynayê’

Pisporê ewlehiyê yê Sûriyê Seîd Fars El-Seîd îdia kir ku 2 hezar û 500 çeteyên li Idlibê di bin çavdêriya îstîxbarata Tirk de xwe amade dikin ku ji Sûriyê derbasî Ukraynayê bibin.

​​​​​​​‘2 hezar û 500 çeteyan di bin çavdêriya dewleta Tirk de ji Sûriyê vediguhêzin Ukraynayê’
3 adar, 2022   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Pars Today ji malpera El-Malûm ragihand ku pisporê ewlehiyê yê Sûriyê Seîd Fars El-Seîd îdia kiriye ku li Idlibê 2 hezar û 500 çete amadehiyê dikin ku biçin Ukraynayê û li dijî Rûsyayê şer bikin.

Li gorî raporê, îstîxbarata Tirk dê wan çeteyan destpêkê bibe Polonyayê û piştre jî derbasî Ukraynayê bike. Piraniya wan çeteyan welatiyên Sûriyê û dewletên Ereban in an jî Çeçen in.

Her wiha El-Seîd got Tirkiye ji bo veguhastina çeteyan ber bi Polonyayê ve û piştre jî ber bi Ukraynayê ve, welatekî guncaw e.