​​​​​​​Hate îdiakirin ku 2 wezîrên hikumeta Başaxa hatine destgîrkirin

Çavkaniyên nêzî serokwezîrê Lîbyayê Fethî Başaxa diyar kir ku hêzeke çekdar 2 wezîrên ji hikumeta rikber destgîr kirine.

​​​​​​​Hate îdiakirin ku 2 wezîrên hikumeta Başaxa hatine destgîrkirin
3 adar, 2022   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Sky Newsê ragihand ku çavkaniyên nêzî serokwezîrê Lîbyayê yê nû Fethî Başaxa eşkere kiriye ku hêzeke çekdar 2 wezîrên ji hikumeta rikber destgîr kirine ku dihat payîn îro sond bixwara.

Başaxa duh daxuyandibû ku serokwezîrê niha Ebdulhemîd El-Debîbe li paytexta Terablusê qada hawayî ya Lîbyayê girtiye da ku wezîrên nû neçin Tibraqe û sond nexwin.

Başxa dê îro li pêşiya parlamentoyê sond bixwe, lê serokê hikumeta demkî ya niha Ebdulhemîd El-Debîbe radestkirina desthilatê red kir û di encamê de mutemel e şer biqewime.

Başaxa di hevpeyvînekê de got ew ê hêzekê bi kar neynin û piştî sondxwarinê dê biçe Terablusê.

(eh)