ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-03-2022
3 adar, 2022   00:00

-Bi boneya 8’ê Adarê Navenda Horî ya Çand û Hunerê ya Amûdê pêşangeha wênexêziyê li navendê vedike. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Xelîl Ebdî da zanîn ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, hemwextî wê hêzên xwe garantor dihesibînin naxwazin li herêmê îstîqrarî çêbibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Qamişlo berê xwe didin konê sersaxiyê ya li taxa Cûdî ya Qamişlo û sersaxiya malbata şehîd Ehmed Elî yê şervanê QSD’ê dixwazin. Saet 09:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de, endamên Kongra Star ên li Dêrik û Girkê Legê serdana malbatên şehîdan, saziyên sivîl û bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin. saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê bi boneya 8’ê Adarê pêşangeha hunera şêwekarî bi diruşma "Bi reng û vîna jina azad em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin" li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê vedike. Dê pêşangeh 3 rojan berdewam bike. saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongra Star bi boneya nêzbûna Roja Jinan a Cîhanê û di çarçoveya çalakiyên bi vê boneyê pêşbaziyekê ji jinan re li Hesekê li dar dixe. Saet 13:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Civakî ya Ermenî şahiyekê bi boneya 8’ê Adarê li hola Reşo ya Hesekê li dar dixe. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Jinan a PYD’ê ya Hesekê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de serdana bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dike û gulena li wan belav dike. Saet 10:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji rêveberên Kongra Star Nehle Mistefa bernameya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya li Helebê eşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li tevahiya Kurdistanê jin di 8‘ê Adarê de cil û bergên xwe yên gelêrî li xwe dikin ku çanda wan a resen nîşan didin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Gelek pispor û çavdêrên rewşa herêmê destnîşan kir ku destwerdana Rûsya ya li Ukraynayê nîşaneya guhertina nexşeya hêzên cîhanê ye ku dê bandor li gelek dosyayên girêk bike bi taybet ên herêma Rojhilata Navîn û ewlehiya xwarinê.

KURDISTAN

-Komployên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li dijî civaka êzidî ya Şengalê berdewam in. Civaka êzidî asta van komployan dizane û hebûna wê li ser lingan, nîşana israr û îradeya wê ye. Ya herî girîng jî her çi qasî şêniyên Şengalê li ber xwe bidin, wê demê dikarin bi serbestî û aştî bijîn.

CÎHAN

-El-Ehid hemleya xwe ya dozgerî li dijî berpirsê banka Lubnanê Riyad Selame di doza parçekirina welat de ku barên wê zêde bûne, didomîne. Ev jî di çarçoveya berdewamiya hedefgirtina dozgeriyê ji Selame re, tê kirin. Gelo wê dirav û daraya Lubnanê ku ji ber gendeliya aborî ya paşguhkirî çawa bandor bibe û dê çawa Lubnanê bi ser bikeve ku bigihêje peymanekê bi sendîqeya darayî ya navneteweyî re tevî hestiyariya helwestê? (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê di çarçoveya çalakiyên pêncşema çandî de bi beşdariya saziyên zimanê kurdî semînerekê li ser folklora kurdî û rola wê di perwerde û fêrkirinê de dide. Semîner li Parka Xwendinê ya Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dayîn. Saet 17:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakiyên Şanoya gerok a ji hêla jinên ciwan ve di roja xwe ya duyeîn de berdewam dikin. Dê şanoyek li bajarokê Til Beyder ê girêdayî Hesekê were lidarxistin. Saet 13:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA