​​​​​​​Destwerdana Rûsya ji Ukraynayê re û bandorên wê li Rojhilata Navîn - GÎVARA ŞÊXNÛR

​​​​​​​Destwerdana Rûsya ji Ukraynayê re û bandorên wê li Rojhilata Navîn - GÎVARA ŞÊXNÛR
3 adar, 2022   01:26

Gelek pispor û çavdêrên rewşa herêmê destnîşan kir ku destwerdana Rûsya ya li Ukraynayê nîşaneya guhertina nexşeya hêzên cîhanê ye ku dê bandor li gelek dosyayên girêk bike bi taybet ên herêma Rojhilata Navîn û ewlehiya xwarinê.Piştî sewqiyet û nakokiyên di navbera Moskov û rojava de bi çend mehan, destwerdana leşkerî ya rûsî li Ukrayna dest pê kir, her wiha nêrîn derbarê vê yekê de tên guhartin ku dê Moskove piştî vê destwerdanê çi bike. Serokê Rûsyayê Valdimir Pûtîn siyaseta xwe ya firaşê li ser Ukraynayê didomîne, da ku Kievê neçarî teslîmiyetê bike û siyaseta xwe biguherîne û vegere hemêza wî. Ev yek dê bandorê li cîhanê û Rojhilata Navîn jî bike. Nexasim ku piraniya analîzvan diyar kir ku kontrolkirina Rûsyayê ji Ukraynayê re dê pîvana hêzên cîhanî û pergala cîhanî ya heyî biguherîne ku Washington wê kontrol dike. Wê demê divê cîhan, dewletên rojavayî û erebî siyasetên xwe li gorî vê guhertinê bikin.

SÛRIYE

Sûriye wek hêzêke herêmî ya bibandor derket qada navneteweyî û êdî guhertinên cîhanê bandor lê kir. Mudaxeleya leşkerî ya Rûsyayê di Sûriyê de karînên artêşa Rûsyayê guhertin, ji ber ku Rûsya Sûriyê wek qada ceribandina çekên xwe bi kar anî. Çavêdaran diyar kir ku hemleyeke destpêkê ye da ku berê xwe bide Ewropa û Sovyetê.

Hat xuyakirin ku Rûsya li Sûriyê xwedî dîplomatiyeke zîrek e. Rojava neçar kir ku mudaxeleya wê di Sûriyê de qebûl bike. Dewriyeyên hevbeş bi Tirkiyê re ku endamê NATO`yê ye û desteka çeteyên Sûriyê dike li dar bixe. Her wiha bi Îsraîlê re gelek peyman îmze kirin ku derfetê dide Îsraîlê ku nuqteyên Îranê yên li Sûriyê bike hedef. Her wiha xeta bi navê şer bi DYA`yê re nekeve ava kir da ku li qada hewayî ya Sûriyê qeza di navbera balafirên şer ên Amerîka û Rûsyayê de çênebin.

Tevî wê jî, Moskov gelek vebijêrkan amade dike da ku li hember rojava û NATO`yê li Deryaya Spî û Rojhilata Navîn bisekine. Di vê dawiyê de gelek rahênanên deryayî û bejahî yên berfireh li rojhilatê Deryaya Spî li dar xistin. Moşekên dûravêj ên xwedî seriyên nukleerê û balafirên moşekan hildigirin ên xwedî leza wan ji deng zêdetir e ji baregeha Himêmîm a hewayî ya Rûsyayê ya li Sûriyê avêtin.

Çavdêran ev rahênan, wek helwesteke dijber a Rûsyayê li hember NATO`yê ku Rûsya dikare ji Sûriyê eniyeke din li dijî rojava veke, nîşan da.

Rûsya ji dema ku li ser daxwaza Sûriyê mudaxeleya Sûriyê kiriye, axa Sûriyê yên ku winda kirin ji nû ve kontrol kir. Pergala agirbestê li hemû eniyan belav kir. Ji ber ku berjewendiya wê di vê yekê de ye. Da ku piştre xwe ji derdora Sovyet re vala bike, li gel paşdeçûna Amerîkayê li ser qada cîhanî. 

Xuya ye tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ûkraynayê bandoreke kûr li Sûriyeyê dike. Di serî de pêvajoya siyasî ya bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî dibe ku niha derbeke giran xwaribe. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Gier Pedersen bi mehan di sala 2022'an de rê li ber destpêkirina 'gav bi gav' a dîplomatîk vekiribû. Îhtimala serkeftina wê her tim kêm bû, lê niha wekî xeyaleke dûr xuya dike.

Heke Rûsya bi rêya destwerdana xwe ya li ser Ukraynayê bi ser keve, hikumeta Şamê dê pê bihese ku ew bi ser ketiye. Ev yek dê derfetê bide hikumeta Şamê ku bi Îranê re gelek herêmên di bin kontrola Cebhet Tehrîr El-Şam de ji nû ve kontrol bike. Yanî wê koçberiyeke din çêbibe ku Enqere nikare tehemul bike. Ev yek dê “eniya berxwedanê” ya li dijî Îsraîlê xurtir bike.

ÎSRAÎL

Îsraîl di pêşiya dewletên hevalbendên Washingtonê de ye. Lê di heman demê de têkiliya wê bi Rûsyayê re baş e. Bi taybet piştî peydakirina formeke hevkariyê di navbera Til Avîv û Moskovê de li Sûriyê. Li rex wê têkiliyên aborî di navbera her du welatan de hene. Ji ber wê Til Avîv nikare helwestekê nîşan bide ku zirarê bigihîne operasyonên wê yên li Sûriyê yên li dijî hebûna leşkerî ya Îranê. Bi taybet piştî axaftina dubarekirî ya nêzîkbûna pêkhatina lihevkirinekê nukleerî di navbera hêzên cîhanê û Îranê de. Anku eger Îsraîl helwestek li dijî tevgera Rûsyayê nîşan bide, ev yek dê hewldanên wê yên li dijî Îranê sînordar bike.

Til Avîv di pozîsyoneke dijwar de ye. Nemaze ku hêza Hizbullahê Lubnanî li bakur û Hemas li başûr zêde dibe. Ji ber wê di mijara vebijêkên rahênanên Îsraîlê de li hember destwerdana Rûsyayê li Ukraynayê rastî zehmetiyeke pir mezin tê. Li aliyekê ew şirîkê rojava û DYA`yê ye. bi nerazîbûnên rojava re yên têkildarî Ukraynayê lê li aliyekî din di pratîkê de bûye cîranê Rûsyayê li Sûriyê.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid di hefteya borî de li ser hebûna Rûsyayê ya li Sûriyê axivî û diyar kir ku ew ji amerîkiyan re dibêjin Îsraîl ji welatekî Rojhilata Navîn bêhtir dişibe dewleta Baltik, ji ber ku dewletek mîna Rûsyayê cîranê wê ye.

ÎRAN

Hemwextî paşdeçûna rewşa li Ukraynayê dema îmzekirina lihevkirina nukleerê bi Îranê re nêzîk bû ku çavdêr wê bi serkeftineke mezin a Moskovê (hevalbendê Tehranê) bi nav dikin.

Tenê çend roj mane ku lihevkirina JCPOA were îmzekiirn. Lê hîna ne diyar e heke destwerdana Rûsya ya li ser Ukraynayê dê bandor li biryara Îranê bike lê na.

Ne dûr e ku Wezareta Karên Derve ya Îranê bûyerên li Ukraynayê diqewimin bi tevgerên provokatîf ên NATO'yê yên bi pêşengiya DYA' sûcdar bike.

Pirsporan destnîşan kirin ku her sînaryoyek ne li gorî Moskovê be, dibe ku Rûsya neçar bike ku Îranê îqna bike ku lihevkirina nûkleerê ya nû bi rojava re îmze neke û soz bide wê ku alîkariyan bidiyê. Dibe ku alîkariya Tehranê bike ku binesaziya nukleerê ya mezin ava bike ku dikare ji bo bikaranîna dualî (sivîl û leşkerî) be.

Ev gav dê tirs û xofê li rojava û Rojhilata Navîn çêke. Bi têkbirina siyasî ya mezin re dê êşeke diyar bide rêveberiya Biden. Nûkirina lihevkirina nukleerê bi Îranê re tiştekî sereke ye ku Biden xistiye pêşiya lîsteya polîtîkayên xwe yên derve.

Li aliyekî din, heke destwerdana Rûsya li Ukraynayê dirêj bike, Îran li Sûriyê dê sûdwarê yekemîn be. Moskov dê bi Ukraynayê re mijûl bibe û qadê ji Îranê re bihêle. Ev yek dê derfetê bide Îranê ku hinekî tevger bike. Dibe ku serdana dawî ya mudirê ofîsa ewlehiya neteweyî ya Şamê Elî Memlûk ji Îranê re di çarçoveya koordînekirina gavan de pêk hatiye.

TIRKIYE

Destwerdana li Ukraynayê dê bandor li Enqereyê jî bike. Bi geşedanên bilez re hat eşkerekirin ku nezelaliyek di siyaseta derve ya Tirkiyê de heye. Li aliyekê beşek ji NATO û hevalbendê Ukraynayê ye, li aliyekî din têkiliyên wê bi Moskovê re baş in. Ji ber wê Enqere ji bo parastina hevsengiyê di xeta ku navbera Rûsya û Ukraynayê de dimeşîne, gelek zehmetiyan dikişîne. Ev yek dê bandor li siyaseta Enqere li Sûriyê bike; dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyê ku sûd ji nakokiya di navbera Rûsya û Amerîkayê de bigire, li Kafkasyayê bi rêya Ezerbeycanê ku êrişî Ermensitan û Qerebaxê bike û heta dê bandor li siyasetên wê li Lîbyayê bike.

Enqere hêvî dikir ku Rûsya vê destwerdanê neke, ji ber ku di wê baweryê de ye ku ew ê navbeynkariyê bike. Lê rewş mîna ku dixwaze rû neda. Tevgera Rûsyayê helwesta Tirkiyê girêk kir ku NATO jê ne razî ye. NATO baş dizane tevgera Rûsya dê nexşeya ewlehiyê û siyasî ya cîhanê ji nû ve xêz bike ku dê bandor li têkiliyên di navbera dewletên kendavê bi serkêşiya Riyad û Ebû Debî de bike.

Dewleta Tirk mecbûr e helwesta xwe nîşan bide ku li aliyê kê ye. Di her du rewşan de Tirkiye di rewşeke dijwar de ye. Heke piştgiriya Rûsyayê bike, dê NATO û Amerîka jê hêrs bibin. Heke li rex Ukraynayê bisekine dê Rûsya aciz bike. Tirkiyê li gel rewşa aborî ya binkeftî û siyasetên xwe yên derve yên wêranker, nikare bi pirsgirêkeke din re rû bi rû bimîne. Ji ber ku dê bandor li hilbijartinên 2023`iyan bike.

DEWLETÊN KENDAVÊ

Îmarat û Erebistana Siûdî hewl didin hevsengiya di têkiliyên xwe de çi bi Moskovê yan jî Washingtonê re biparêzin. Ruxmî ku hevalbenda herî mezin a DYA`yê ye lê têkiliyên aborî bi Rûsyayê re ava kirine.

Ji dema ku her du hêzên kendavî ava bûne, li rex Amerîkayê bûn. Lê xuya ye ku êdî ev rewş tê guhertin. Êdî siyasetên derve yên zêde serbixwetir dimeşînin û têkiliyan bi dijberên Washingtonê biMoskov û Pekînê re ava dikin.

Li gorî Îmaratê û Erebistana Siûdî, rêveberiyên Amerîkayê ji Rojhilata Navîn qut dibin. Wan nerazîbûnên xwe li hember siyasetên Amerîkayê rave dikir. Îmarat û Erebistana Siûdî texmîn dikin u Amerîka bi îmzekirina peymana nukleerê bi Îranê re Amerîka dev ji hevalbendên xwe yên li herêmê berdide, li kêlek wê jî dewletên Kendavê ji berteka Washingtonê yên li hember hedefgirtina Aramko û vekişîna ji Efganistanê bedbîn in.

 Nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de rewşa dewletên meclisa hevkariya kendavê krtîk kir. bi hilbijartina hevkariya xwe ya dîrokî bi DYA`yê re yan jî têkiliyên xwe yên aborî û siyasî bi Rûsyayê re rû bi rû mane. Heta niha bê deng mane û hêvî dikin ku çareseriyeke dîplomatîk ji aloziyê re bê dîtin.

Ji nav hikumet û dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê ku nikare bêalî bimîne; Îmarat e ku ev du salên bûye endameke nedayîm a Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ye.

Îmaratê dengê xwe li hember her du birynameyên têkildarî rewşa li Ukraynayê; ya rawestandina destwerdana Rûsyayê û ya din rakirina rewşê ji Lijneya Giştî re, nedan.

Ruxmî ku dengdayîna Îmaratê tu bandor li biryara meclisê nake, lê nenîşandina helwestekê li hember destwerdana Rûsyayê, dibe ku bi berdewamkirina aloziyê re, zelaltir û şermtir bibe.

Îmarat bûye navendeke malî û bazirganî ya sereke ya şîrketên Rûsyayê. Tê payîn ku pergala cezayên amerîkî û ewropayî pêk bîne. Her tiştek kêmtirî pabendîbûna giştî ya hewldanên navneteweyî ji bo cezakirina Rûsyayê be, dê ji aliyê hêzên rojavayî ve bê dîtin.

XWARIN

Derdora nîvê hinardeyên genim li Rojhilata Navîn ji Rûsya û Ukraynayê tê. Destwerdana Rûsyayê dê bandor li vê yekê bike. Dê madeyên xwarinê biha bibin. Dê zirarê bigihîne piraniya malbatan li cîhanê. Ev yek dê bi xwe re tevliheviyên siyasî bîne. Şerê li Ukraynayê di demeke pir dijwar de pêk hat. Li gel bihabûna madeyên xwarinê û paşdeçûna hilbernên xwecih a di encama guhertina avhewayê û barana kêm de çêbûye. Ji xwe şênî gelek zehmetiyan dikişînin.

Rûsya û Ukrayna beşeke mezin a pêwîstiya herêmê bi genim peyda dikin. Ji ber şer hinarde rawestî. Ev yek dê bandor li dewletên mîna Misir, Yemen, Lîbya, Lubnan û gelek welatên din bike ku xwarinê ji derve tînin.

(şx)

ANHA