​​​​​​​Rûsyayê bajarê Kherson ê Ukraynayê kontrol kir

Artêşa Rûsyayê hemwextî berdewamkirina cezayên Ewropayê yên li ser Moskovê, bajarê Kherson ê Ukrayneyê kontrol kir.

​​​​​​​Rûsyayê bajarê Kherson ê Ukraynayê kontrol kir
3 adar, 2022   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarê Kherson ê Ukraynayê kontrol kiriye.

Kherson bajarekî stratejîk e ku ji dema destpêkirina tevgera Moskovê ya leşkerî ya li dijî Ukraynayê, yekemîn navend e ku tê kontrolkirin.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê bang li Pûtîn û hikumeta Rûsyayê kir ku yekser agirbestê ragihînin û hêzên xwe ji Ukraynayê vekişînin, her wiha Moskov tawanbar kir ku azadiya çapemeniyê sînordar kiriye da ku gelê Rûsyayê agahiyên têkildarî Ukraynayê nebihîze.

Ajansa Interfax li ser zimanê cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku Moskovê Ewropa ji ber gurkirina rageşiyê hişyar kiriye.

Ryabkov îro daxuyand ku Moskov bi rêya balyozxaneyan bi Washingotinê re dide û distîne û tê payîn ku diyalogên bi Ukraynayê re yên li Belarusê encaman bigirin. Ryabkov got tê payîn ku armancên leşkerî yên Rûsyayê yên li Ukraynayê, bi temamî werin pêkanîn.

HEJMARA KUŞTIYAN

Nivîsgeha Mafên Mirovan a NY`yê ragihand ku di encama şerê şeva 1`ê Adarê de, 2 hezar û 27 sivîl hatine kuştin û 525 kes birîndar bûne, lê di rastiyê de hejmar zêdetir e.

Reutersê eşkere kir ku 141 endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku hejmara wan 193 ye, biryara NY`yê ya şermezarkirina Moskovê erê kir, ev jî wek serkeftineke sembolîk a Ukraynayê ye.

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken jî got rageşiya li Ukraynayê xetereyeke mezin e û gefan li ewlehiya Ewropayê jî dixwe.

(eh)