Bi merasîmeke heybet şêniyên Qamişlo şehîd Ehmed Elî oxir kir

Bi hezaran şêniyên Qamişlo bi merasîmeke heybet cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Elî li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spart axê.

Bi merasîmeke heybet şêniyên Qamişlo şehîd Ehmed Elî oxir kir
Bi merasîmeke heybet şêniyên Qamişlo şehîd Ehmed Elî oxir kir
Bi merasîmeke heybet şêniyên Qamişlo şehîd Ehmed Elî oxir kir
Bi merasîmeke heybet şêniyên Qamişlo şehîd Ehmed Elî oxir kir
2 adar, 2022   16:57
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ehmed Elî ku di encama qezayekê de li Çilaxa şehîd bû li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kir. Di merasîmê de bi hezaran şênî û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2022/03/02/163330_mihyedin-hesen.webp

Merasîm bi deqyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endamê rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen sersaxiya malbata şehîd xwest û wiha got: "Divê em malbatên şehîdan û gel bi giştî kedên ji bo pêkanîna armancên şehîdan bidin û wê yekê bi rêya şerê gel ê şoreşgerî pêk bînin."

Piştre endamê Meclisa PYD’ê Ebdulkerîm Sarûxan sersaxiya malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdan xwest û wiha got: "Meha Adarê meha fedekarî, berxwedanên gewre û destkeftiyên biha ye. nirxekî dîrokî ya mezin ji bo gelê me ye. Berxwedana me ya bi salan bi saya van şehîdan e. Ji lew re dê şehîd di dilên me de zindî bimînin."

Dûvre Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd Ehmed Elî xwend û radestî malbatê kir. Şehîd di nava diruşmên silavkirinê hatin oxirkirin.

(fr)

ANHA