Çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê berdewam in

Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê pîrozbahiyek bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li dar xist, di heman demê de gul li jinên saziyên sivîl ên Tebqayê hatin belavkirin.

2 adar, 2022   16:02
HELEB

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li hola Star Layt a li taxa Şiqeyêf a Helebê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê şahiyek bi beşdariya endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li dar xist.

Hola şahiyê bi wêneyên şehîdên azadiyê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre endama Kongra Star Mewlûde Silêman roja 8’ê Adarê li tevahî jinên Rojhilata Navîn û şervanên YPJ’ê pîroz kir.

Mewlûde Silêman îşaret bi girîngiya Roja Jinan a Cîhanê kir ku rojeke pir mezin e û bal kişand ser rola mezin a rêber Ocalan ku jinan gelek destkeftî bi dest xistin.

Mewlûde Silêman bi hezaran şehîdên bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê dane bi bîr xist, mîna şehîd Barîn, Avêsta û Arîn.

Li aliyekî din jî endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin Klara Mena wiha got: "8’ê Aarê ji ber têkoşîna bi hezaran jinên li hember nebaşiya rewşa debarê û newekheviya di destheq û saetên dirêj ên xebatê de pêk hat."

Girêdayî heman mijarê, Meclisa Jinan a PYD’ê gul li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi vê boneyê belav kirin.

Li aliyekî din jî Koordînasyona Jinan a Tebqayê gule li hemû saziyên sivîl, leşkerî û siyasî belav kirin, tê de bi dehan jinên Tebqa û nûnerên ji nivîsgeh û komîteyên jinan a bajêr û gundewarên wê beşdar bûn.

Jinan mertalên bi diruşmên "Doza azadiya jinan pîvana azadiya civakê ye" li saziyan belav kirin û gul li ser endamên xwe belav kirin û 8’ê Aarê li wan pîroz kir.

(fr)

ANHA