Hêzên Natora şehîd Akad li Til Temirê oxir kir

Bi sedan şêniyên asûrî yên Til Temirê, pêkhateyên herêmê û hêzên leşkerî bi merasîmekê cenazeyên şehîd Akad ê Hêzên Natora yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kir. şervan Akd di dema li ser erka xwe ya leşkerî de bû şehîd bûbû.

2 adar, 2022   17:24
HESEKÊ

Bi sedan asûriyên Til Temirê bi beşdariya pêkhate, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Hêzên û MNK’ê cenazeyê endamê Hêzên Natore yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Prekha Youkhna (Akad) ku di 01.03.2022’yan de şehîd bû, oxir kir.

Welatiyan cenazeyê şehîd Akad ji pêş dêra El-Qedîse ya li Til Temirê wergirt û bi karwaneke bi dehan erebeyan ber bi gundê Um Xerqan ê li rojavayê Hesekê ve ketin rê.

Li gund, Hêzên Natore, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û MNK’ê toraneke leşkerî pêk anî, di heman demê de deqeyeke rêz hate girtin.

Dûvre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Asûr endama rêveber Cemîle Kako axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hember fedekariyên şehîdan ditewînin û sersaxiya malbata şehîd dikin. Îro em şehîdekî din ji şêniyên gundê xwe, gundê Til Hirmiz ku bi paytexta şehîdên Asûrî ya Til Temirê tê nasîn oxir dikin. Em bi şehîdê xwe serbilind in û soza şopandina armancên wan didin."

Girêdayî wê li ser navê Fermandariya Hêzên Natore endama rêveber Emel Kako axivî û wiha got: "Heval Akad nimûneyekî têkoşeriyê bû ku parastina Xabûr û gundên xwe dikir."

Emel Akad wiha domand: "Em Hêzên Natore soz didin şehîd Akad ku wefedar bin û têkoşîna li ser rêça wî bişopînin."

Li aliyekî din jî, endama Fermandariya Hêzên MNK’ê Madlin Xemîs wiha got: "Em sersaxiya malbata şehîd dixwazin û dibêjin serê xwe bilind bikin. Ji ber zarokên wê yên şehîd xwedî dozên azad û ewlehiyê ku îro em tê de ne. Em fedekariya van şehîdan ji bîr nakin. Ji ber ew sedema hebûna me ya heta niha ne."

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Asûr Cemîle Kako wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Cenazeyê şehîd li gundê wî hate oxirkirin.

(fr)

ANHA