' Projeya neteweya demokratîk ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê hêviyek e'

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarê wê got, projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê hêviyeke rasteqîn e, ji ber ku li dijî projeyên mêtîngerî û dagirkerî disekine.

' Projeya neteweya demokratîk ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê hêviyek e'
2 adar, 2022   05:16
MINBIC- EHMED QERACÊ

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarê wê Ezab El-Ebûd bi bîr xist ku gelê Sûriyê di sala 2011'an de li dijî rejîma serdest serî hilda û banga demokratkkirina Sûriyê kir û wiha domand: "Lê rejîmê vebijêrka leşkerî ferz kir û daxwazên gel bi cih neanî, pê re jî aliyên derve sûd ji vê rewşa li Sûriyê wergirtin û destwerdan li opozîsyonê kirin, di encamê de şoreş ji xeta xwe derket û alozî kûrtir bû. Gelê Sûriyê ji ber wêrandiya binsazî, aborî û fikirî ziyan dît."

Ezab El-Ebûd da zanîn ku awa û naveroka opozîsyonê veguheriye qonaxeke siyasî ku gelek rêxistinên terorîst tê de hene û got, lê bi saya hişmendiya siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev herêm bi ruh û nirxên biratiyê karîbû projeyek niştimanî bi nûnertiya projeya Rêveberiya Xweser ava bike û mezintirîn rêxistina terorîst li cîhanê têk bir.

Ezab El-Ebûd wiha lê zêde kir: "Tiştê hişt ku projeya Rêveberiya Xweser bibe modeleke bihêvî ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê, ewlehî û aramiya ku bi xwe re anîn, her wiha beşdarbûna tevahî pêkhateyan di rêvebirina herêmê de ye. Ev proje li dijî hemû projeyên dagirkerî yên ku hewl bidin Sûriyê vegerînin beriya sala 2011'an li ber xwe dide, ev proje ne tenê bûye modelek ji bo çareseriya aloziyê, di heman demê de bû navenda bala gelên azadîxwaz."

Li ser êriş û zextên li ser projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser Ezab El-Ebûd got ev proje li dijî îstîsmarkirina gelan û li dijî kapîtalîzmê şer dike, ji ber vê yekê her tim ji gelek aliyên hundir û derve ve rastî zextan tê, bi taybet dewleta Tirk ku rola herî mezin di têkbirina rêya şoreşê heye.

Ezab El-Ebûd wiha dom kir: "Kesên ku navê opozisyonê li xwe dikin li şûna ku daxwaza azadiya gelê Sûriyê bi cih bînin bûne alav ji bo kuştina gelê Sûriyê. Em şêwazê opozisyonê ya xeternak di bûyerên li Efrîn, Cerablûs û herêmên din ên dagirkirî de qewimîn dibînin, tenê navê welatparêzî li xwe dikin, lê di warê pratîkê de wekî dewleta Tirk sûcdar in û li welatên din ên wekî Lîbya û Ezerbeycanê xizmeta projeyên wê dikin."

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarê wê axaftina xwe wiha dawî kir: "Em her tim li çareseriyekê digerin, lê krîza Sûriyê tenê bi yekkirina hemû hêz û nêrînên siyasî çareser dibe, da ku em bikarin pêş bikevin û xwedî roleke sereke di reformên demokratîk de bin ku dawî li azarên Sûriyê bîne."

(dx)

ANHA