Fermandara YPJ`ê Arzî Hesen: Pêwîstiya Jinan bi tevgereke cîhanî heye

Ji fermandarên YPJ’ê Arzî Hesen got pêdiviya jinan bi pergaleke yekgirtî heye ku tê de hemû jinên cîhanê di bin sîwanekê de kom bibin û li doz û rêbazên çareserkirinê bigerin. Arzî Hesen bang li jinên Kurd, Ereb, Suryan û Asûr kir ku hevgirtî bin û ji bo avakirina civakeka bihêztir, kedeke mezin bidin.

Fermandara YPJ`ê Arzî Hesen: Pêwîstiya Jinan bi tevgereke cîhanî heye
2 adar, 2022   00:36
NAVENDA NÛÇEYAN - MEDYA HENAN

Ji dema ragihandina fermî ya YPJ’ê di 4’ê Nîsana 2013’yan de şervanên YPJ’ê berxwedanên lehengane li hember hemû şêweyên êrişên çeteyên DAIŞ’û dewleta Tirk a dagirker nîşan dan. Roleke pêşeng li hember êrişên 2013’yan ên çeteyên (Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam) li dijî Kobanê, Serêkaniyê, Ceza, Til Temîs, Til Birak û Til Temirê lîst.

Bi êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê di 15’ê Îlona 2014’an de, rola YPJ’ê li hember êrişan bilind û mezintir bû, bi taybet piştî operasyonên fedayî yên Arîn Mîrkan û Rêvan û têkoşîna ku fermandar Zehra Penaber raber kir û di 3’yê Sibata 2015’an de şehîd bû, her wiha Evîndar Botan ku di 4’ê Tîrmeha 2015’an de li Kobanê li hember êrişên çeteyan şehîd bû.

Bi berxwedana xwe ya lehengane YPJ veguherî sembola berxwedan û têkoşînê û bala hemû cîhanê bi ber xwe ve kişand û dengê wê belav bû û bi sedan jinên li seranserî cîhanê tev li wê bûn û li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaştina asta şehadetê.

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye û tê de jin destkeftiyên xwe yên civakî, siyasî û aborî pîroz dikin. Bi vê boneyê yek ji fermandarên YPJ’ê Arzî Hesen qonaxên girîng ku YPJ’ê di parastina mafên jinan de û gavên avêtine û çawa ev têkoşîn bilind kir û gihand asta cîhanê, nirxandin.

Arzî Hesen hatina Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên ku di oxira bidestxistina mafên jinan de canê xwe daye pîroz kir, her wiha li jinên ku di oxira doza xwe de û pêkanîna wekheviyê di nava civakê de canê xwe daye û karî armancên mezin pêk bianiya, destkeftî û azadiya xwe biparasta, pîroz kir.

Fermandar Arzî Hesen wiha axivî: "8’ê Adarê ji bo YPJ’ê careke din li ser xwe bisekinin û têkoşîna dîroka jinan careke din binirxînin, her wiha gavên cidî û berbiçav, çawa guhartin çêkirin, armanc û serkeftina pêk anîne, binirxînin."

‛DI 8’Ê ADARÊ DE YPJ XWE BI RÊXISTIN DIKE Û JI NÛ VE ARMANCÊN XWE DIYAR DIKE’

Arzî Hesen li ser rewşa armancên stratejîk ên jinan bi demên dûr axivî û wiha domand: "Di vê rojê de jin dikarin hêza xwe kom bikin, stratejî û armancên sala bê deynin. Bi wê dikarin kêmasiyên par binirxînin, jinûve analîza wê bikin û di sala bê de wan derbas bikin."

Arzî Hesen wiha domand: "Cîhan sala xwe bi destpêka sersala mîladî re dest pê dike, lê jin sala xwe di 8’ê Adarê de dest pê dke. Ev dîrok vedigere qirkirinên li dijî jinên karker di kargeha takstîlê de çêbûye û bi têkoşîn û fedekariyên wan Roja Jinan a Cîhanê hate ragihandin. Divê em vê yekê ji bîr nekin. Em vê rojê li beramber fedekariyên jinan dane pîroz dikin. Ji lew re girîng e ku em gavên diavêjin binirxînin da ku sala bê bi lez û baldarî pêk bînin. Ev ji pêşîn armancên tevgerên jinan û YPJ’ê ye."

Arzî Hesen destnîşan kir ku YPJ’ê di vê rojê de pêşdeçûnên di aliyên leşkerî, fikr û siyasî de çêbûne û çawaniya derbaskirina van astengiyan dinirxîne û wiha lê zêde kir: "Roja 8’ê Adarê roja jinûve xwebirêxistinkirinê û jinûve diyarkirina armanc û projeyên pêşerojê ye."

Arzî Hesen têkoşîna jinan û astengiyên ku bi wê re di sedsala 21’an de derbas bûne girê da û wiha axivî: "Li gorî mercên zeman û mekan (dem û cih) û serdeman têkoşîn cuda dibe. Berê jinê hewl dida parstina keda xwe bike. Jinên di kargehan de bi destheqên kêm dixebitîn ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê tê dikoşîn. Lê niha, em nikarin bêjin cudahiyek heye, anku em di sedsala 21’an de ne û hîna jî gelek jinên li dewletên cîhanê nikarin mafên xwe bi dest bixin û parastina destkefiyên xwe bikin û her tim di bin zulma desthilatê de ye û nêzîkbûna her dewletekê li gorî siyasetên wê ye, yan wê defetê li pêş veke yan jî bigire. Ew jî li gorî îdeolojiya dewletê ye."

Arzî Hesen wiha berdewam kir: "Bi wateyeke din, ew di bin nêrî dewlet û hikumetan de tên hiştin. Bo nimûne, heke dewleteke îslamî be şerîetê li ser jinên ferz dike. Mînaka vê jî tit li Efganistanê çêbûye. Her wiha me beriya 20 salan hikumeteke mîna lîbaralîzmê hat avakirin û rê li pêş civakê vekir ku xwe bi xurt bike, mafê wê ya fêrbûnê û xebatê heye. Vê yekê jî bandor li doza jinê di pêkanîna hin xwestekên xwe de dikir, heke hindik be jî. Lê piştî kontrolkirina Talîbanê li ser desthilatê pergal dernexûn bûn an jî serberjêr bû, qeyd li ser jinê ji cilên wê de heta desteserkirina mafên wê di fêrbûn û xebatê de ferz kir. Da ku jin vegere xeta destpêkê ku banga mafên xwe yên xebat û siyasetê bike. Ji lew re ev hemû tişt bi siyasetên dewletê ve girêdayî ne."

Girêdayî nimûneyeke din Arzî Hesen ev tişt got: "Li gorî siyaseta dewletê qeydên li ser jinê tên ferzkirin tên guhartin. Anku heke pergala dewletê ilmanî be li gorî vê yekê danûstandin bi jinê re tê kir, lê heke dewleteke faşîst be li gorî rejîma çewsîner mîna rejîma dewleta Tirk danûstandin bi jinê re tê kirin."

Arzî Hesen da zanîn ku desthilata pergala xwe ya hikumetê ava dike û şeklê dewletê xwe destpêkê di kesayeta jinê de diyar dike. Anku ihtîmal e bandor zêde li mêr neke, ew dikare banga mafên xwe yan jî muxalifê li ser wî tê meşandin bike, lê ji bo jinekê mijar cuda dibe û wiha anî ziman: "Em dibînin ku têkoşîna jinê li dijî desthilatê ye. Desthilat jinan kontrol dike, em vê yekê baş dizin, têkoşîna xwe li dijî desthilatê xurt dikin. peyameke jê re dişînin ku ew nikare li şûna jinan biryarê bide û çawa dixwaze kontrol bike."

‛HÊZA JINAN BI BIRÊXISTINBÛNA WAN E’

Li ser xwezaya têkiliyên desthilatê Arzî Hesenê ev tişt anî ziman: "Desthilat di civakê de bi têkiliyên xurt re ye, mînak têkiliya desthilatê bi çîna bazirgan a xurt re û bi hêza leşkerî re. Ew hêmanên bi hêz hildibijêr û hemû keda xwe dide ku hevseniyan di navbera wan de çêke. Lê beşa herî lawaz di hedefa wê de ye an ku civak. Di civakê de jin tên hedefgirtin. Ji lew re divê em stratejiyên xwe li ser vê bingehê bi rê ve bibin û bibin xwedî hêza xurt ku desthilatê neçar bikin ku jinê qebûl bikin. Her wiha divê asta têkoşîna xwe ji me tê xwestin were diyarkirin."

Arzî Hesen di rêxistinkirina jinan de, yekkirina hebûna wê di tevahî meydanan de û dayîna biryarên xwe bi xwe li gorî lihevkirina bi xwestek û nirxên wê derfeta avakirina rêxistineke siyasî heye ku rola wê bi awayekî lêkolînkirî pêk bîne û dê desthilat jî wê nas bike û ev tişt xuya kir: "Eslê hêza jinê di rêxistibûyîna wê de ye."

YPJ’ê li hember desthilatên dewlet û mêr hat avakirin, li ser vê yekê Arzî Hesen ev yek nirxand: "Jina ku xwe bê perwerde, hêza leşkerî, fikra taybet bi wê û bêyî diyarkirina armancên xwe, xwe dihêle ew xwe dixe bi nêrê dewlet û mêran ku çarenûsa wê kontrol bikin."

Girêdayî mijarê Arzî Hesen ev tişt anî ziman: "Dema jin parastina xwe bi xwe dike wê demê dewlet nikare wê kontrol bike û ev jî hevsengiyê diguhere. Her wiha dikare peyamekê ji desthilatê re rêke ku sînorê kontrola jinan diyarkirî ye. Ji lew re divê jin xwe li vê bingehê îqna bikin. Em jî dikarin tevahî jinan hişyar û zana bikin ku bi xwe bawer bin da ku bibin jêdera hêzê û rê li pêş azadiya xwe jî vekin. Mîna YPJ’ê ku armanca wê vê hêzê biafirîne û baweriyê di nava hemû jinan de belav bike ku bibin nimûneya bêhempa ji tevahî jinên cîhanê re."

Têkildarî hewldanên kapîtalîzmê yên qedandina rola jinan, Arzî Hesen diyar kir ku beriya axaftina li ser aboriya jinan, divê  her tim nîqaş li ser rola jinan di parastina civakê û nirxên û exlaqê de we were kirin û wiha domand: "Divê em girîngiyeke mezin bidin vê mijarê, jina ku dûrî çanda civaka xwe dikeve, aloziyê di civakê de diafirîne û nikare civakê biparêze. Ji ber vê yekê divê hertim nîqaş li ser vê yekê bê kirin, mînak, sedema zêdebûna diyardeya veqetandina jin û mêr di 10 salên dawî li Rojhilata Navîn, bi taybet li Sûriyê çi ye? Heger em bixwazin vê mijarê tenê nîqaş bikin, em texrîbetên ku rejîm bi rêya îdeolojiya xwe ya kapîtalîst a lîberal bibînin. Veqetandin (berdan) ne tişekî xwezayî ye, lê belê teqlîda çanda kapîtalîzmê ye ya ku dixwaze civakekê ava bike ku dûrî urf û adatên xwe be da ku hegemoniya xwe li ser Rojhilata Navîn ferz bike û wê dagir bike. Ji ber ku dagirkirin di fikir de ye, em bi çand û fikirê civakî li hemberî dagirkeriya disekinin. Ji wê zêdetir têgeha azadiyê li gel kapîtalîzmê cuda ye."

Arzî Hesen îşaret bi zihniyeta kapîtalîzmêû bandorê wê li jinan kir û ev tişt got: "Hêzên kapîtalîst baş dizanin ku kesên ji ber pirsgirêkên aborî di civakê de azaran dikişînin berî didin rêbazên wekî dizî an firotina zarokan da ku debara xwe bi cih bînin, mîna ku li Sûriyê rû da. Me li ser tevna civakî ev yek dît. Ev yek ji rêbazên hilweşandina civakê ye, di encam de hilweşandina jinê  ye. Li ser asta herêmên me her çiqasî xwestin herêmên me bixin rewşeke tevlihev ambargoyeke giran li ser ferz dikin, hemû deriyên sînor digirin da ku gel birçî bikin. Pergala kapîtalîst van hemûyan dike da ku berxwedana civakê bişkîne, ev yek li ser jinan jî tê ferzkirin. Mînak dema ku mêr hevjîna xwe ceza dike, bi heman siyasetê lêçûnên wê qut dike. Rêbaza şerê aborî yek ji rêyên ku dev ji çand, rêveberî berdin û xwe radest bikin. Ev yek niha tê kirin. Sîstema kapîtalîst vê yekê bi rêbazê xwe bikar tîne. Dewlet jî bi rêbazê xwe ferz dike. Ji ber xwetêrkirin yek ji şaxên lêgerîna azadiyê ye û divê jin bi vê yekê bifikire da ku xwestek û pêwîstiyên xwe bi cih bîne. "

Zeyneb destnîşan kir ku divê ev rastî bi awayekî baş were naskirin, civak xwe bi jinê diparêze, jin jî xwe bi civakê diparêze û ev qanûna jiyanê ye.

Arzî Hesen di axaftina xwe de bal kişand ser rola jinê di geşkirin û xurtkirina têkiliyên di navbera jinan de û ev tişt got: "YPJ`ê roleke girîng di geşkirina têkiliyên di navbera jinan de bi awayekî xwezayî lîst. Dibe ku fikrên me dema ku YPJ`ê hate darizandin li ser derbarê ku çawa em karibin gelê xwe ji şer û qirkirinên ku li welat rû didan, biparêzin. Lê bi hebûna YPJ`ê re cûdahî di navbera hemû hêzên ku li herêmê şer dikirin, eşkere bû. Tevahî cîhanê berê xwe da wê nexasim jin. Bi damezirandina YPJ`ê re derfet li pêşiya wan vebû ku gelek jinên ji neteweyên cûda nas bike. Belavkirina rihê jiyana hevbeş di navbera wan de çêbibe û metirsiya ji holê rakirin."

‘PÊWÎSTIYA JINÊN CÎHANÊ BI PERGALEKE YEKGIRTÎ HEYE'

Têkildarî tişta ku di dema heyî d ji jinan tê xwestin Zeyneb ev tişt anî ziman: "Pêwîstiya me bi pêkanîna armancên jinan û naskirina çawaneya bilindkirina têkoşîna hevbeş li ser asta cîhanê di navbera hemû jinan de heye. Derbarê vê mijarê de di gelek civînan de me pêşniyar kir. Avakirina konfedralîzmeke hevbeş ji jinan yan jî tevgerek hevbeş. Ku çi navê wê be nakokî li ser nav tun ne. Ya girîng avakirina pergaleke ku karibe rewşa jinan binirxîne û armancên wê bi awayekî rojane dyar bike. Her wiha ku karibe siyaseta taybet a jinan di her dewletekê de ku bi rêya wê mafên xwe biparêze, diyar bike. Mînak dema ku tundiya li dijî jinan di dewletekê de zêde dibe yan jî mafên wê têne binpêkirin, çawa karibe xwe biparêze, bandorê li dewletê bike û zextê lê bike. Pêwîstiya jinê bi navendeke cîhanî tabyet  heye weke NY`yê ya taybet bi karûbarên pêşxistina têkiliyên di navbera dewletan de. Li ser asta jinê pêwîstiya me bi rêxistineke weke sîstema ku dozên jinan nîqaş bike, biryarên ji bo parastina mafên wê bigre, heye. Ev ne zehmete û mirov dikare pêk bîne. Ev pêwîstiya me ya herî girîng di demên dawî de li ser asta cîhanê ye."

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arzî Hesen destnîşan kir ku ew li ser pîvana neteweya demokratîk hatiye avakirin, dikare mafên xwe di asteke diyar de biparêz û wiha domand: "Em nikarin bêjin ku jin li gorî qanûnên taybet bi jinan tevdigerin. Her wiha mirov nikare bêje ku em gihaştine hemû jinan û tundiya li dijî wan tê bikaranîn hatiye sînordarkirin. Ev şaşe. Hîn gelek jin hene têgîna azadiya jinê nas nakin. Divê em vê yekê binirxînin da ku karibin bighêjin azadiya jinê. Li ser vî esasê û bi vê rêbazê em ji hemû jinên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr re dibêjin ku divê yek yekitiya xwe zêdetir bikin û bi kedeke mezinir bixebitin da ku civakeke xurtir ava bikin. Ji ber pêwîstiya guhertina zihniyetê bi kedeke xurt heye."

‘DIVÊ EM NEBIN AMÛRÊN DI DESTÊ DEWLETÊ DE’

Arzî Hesen di axaftina xwe de hemû şehîdên Serhildana 12`ê Adarê bi bîr anîn û wiha axivî: "Dema ku desthilatdarî di planekê de bi ser nekeve, berê xwe dide ku bi rêya civakê pêk bîne. Nakokiyên ku di navbera tîma Qamişlo û tîma Dêrezorê de derketin, ne xwezayî bû. Lê belê siyaseteke dewletê bû da ku careke din Kurdan binpê bike lê bi destê pêkhateya Ereb de. Ji ber wê jî divê em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebin amûrên di destê dewletê."

Ji fermandarên YPJ`ê Arzî Hesen di axaftina xwe de şehîda enternasyonalîst Hêlîn Qereçox ku di 15`ê Adara 2018`an de di Berxwedana Serdemê de şehîd bû bîr anî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şehîd Hêlîn dengê edalet, wijdan û wekheviyê bû. Rêheval Hêlîn li hembr dewleta ku xwest Kurdan tune bike, serî hilda. Ji ber vê yekê jî em şehîd Hêlîn weke nimûne ji gelê Îngilîzî re ku xwedî wijdane û bi gelê Kurd re disekine, dibînin. Ew ji hemû jinan re pêşenge û bi boneya 8`ê Adarê em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin."

(fr/bx)

ANHA