Artêşa Tirk gundekî Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk bi hawanan gundê Toxar ê bakurê rojhilatê bajarê Minbicê topbaran dike.

Artêşa Tirk gundekî Minbicê topbaran dike
2 adar, 2022   06:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku artêşa Tirk ji beriya saetekê ve, gundê Toxar ê bakurê rojhilatê MIinbicê topbaran dike.

Meclisê diyar kir ku baregehên artêşa Tirk ên li gundê El-Hoşeriyê, bi hawanan gundê Toxar topbaran dike û heta vê kêliyê topbaran berdewam dike.

(eh)