ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-03-2022
2 adar, 2022   00:00

-Şêniyên Çilaxa û Girkê Legê li gundê Etşana sersaxiyê ji malbata şehîd Waîl El-Ecal re dixwazin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMENE).

JIN

-Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, Kongra Star li bajar û navçeyên kantona Qamişlo plaketan li Asayîşa Jin û YPJ'ê belav dike. (BI WÊNE Û DÎMENE).

-Asayîşa-Jin ya herêma Cizîrê bi boneya 8'ê Adarê şahiyekê li Stada Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 09:00'an. Bi heman armanca Asayîşa Jin a Hesekê jî şahiyekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMENE).

-Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin di roja duyemîn de li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo berdewam dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMENE).

-Ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve, şanoya gerok wê di nava 5 rojan de li navçeyên kantona Hesekê tê pêşandan. Şano wê destpêkê li kampa Koçberên Serêkaniyê ya li taxa Telayî were pêşanda, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMENE).

- Dayika Bêwar Hisên bi temenê xwe yê 70 salî beşdarî însiyatîfa gel a lêkirina dîwan li seranserî gund û rêyên nêzî herêmên dagirkirî bûye da ku gund û şêniyên wê ji êrişên dagirkeran biparêze. Dayika Bêwar dibêje: " Ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê û vegerê çi ji min were xwestin ez ê bikim." (BI WÊNE Û DÎMENE).

- Ji fermandarên YPJ’ê Arzî Hesen got pêdiviya jinan bi pergaleke yekgirtî heye ku tê de hemû jinên cîhanê di bin sîwanekê de kom bibin û li doz û rêbazên çareserkirinê bigerin. Arzî Hesen bang li jinên Kurd, Ereb, Suryan û Asûr kir ku hevgirtî bin û ji bo avakirina civakeka bihêztir, kedeke mezin bidin. (BI WÊNE Û DÎMENE).

POLTÎKA

- Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarê wê got, projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê hêviyeke rasteqîn e, ji ber ku li dijî projeyên mêtîngerî û dagirkerî disekine. (BI WÊNE Û DÎMENE).

ÇAND Û HUNER

- Jinên Kurd ên Rojava ji bo parastina nasnameya Kurdî û mîrateya wê ya kevnar bi her awayî têdikoşin, hinek bi rêya rîş û rengan li dijî qirkirina çandî tê dikoşin. (BI WÊNE Û DÎMENE).

ANHA