Rojnameyên erebî: Washington hevalbendên xwe yên dosyayê Sûriyê li dijî Rûsyayê kom dike

Rojnameyên erebî vê sibê der barê bandora destwerdana Rûsya ya li ser Ukraynayê li ser Sûriyê, aloziya siyasî ya li Iraqê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Washington hevalbendên xwe yên dosyayê Sûriyê li dijî Rûsyayê kom dike
Rojnameyên erebî: Washington hevalbendên xwe yên dosyayê Sûriyê li dijî Rûsyayê kom dike
Rojnameyên erebî: Washington hevalbendên xwe yên dosyayê Sûriyê li dijî Rûsyayê kom dike
2 adar, 2022   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DYA HEVALBENDÊN XWE YÊN LI SÛRIYÊ LI DIJÎ RÛSYAYÊ KOM DIKE’

Têkildarî bandora destwerdana Rûsyayê ya li Ukraynayê ya li ser Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Washington plana xwe didomîne û dê nûnerên dewletên hevalbendên wê yên di dosyaya Sûriyê de pêşwazî bike.

Tê payîn ku berpirsê dosyaya Sûriyê yê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ethan Goldrich sibe li Washingtonê dê bi nûnerên gelek dewletên ewropî, erebî û Yekitiya Ewropayê (YE) re bicive da ku rewşa meydanî ya li Sûriyê, helwestên dewletên erebî ji bo normalîzakirinê û bandorên şerê Ukraynayê li ser wan mijaran nîqaş bikin.

Her wiha Enqere dê di vê civînê de hebe.

Berpirsekî rojavayî diyar kir ku şerê Ukraynayê asta bikaranîna Rûsyayê ya baregeha Himêmîm eşkere kir. Di civîna Washingtonê de dê pirsên mîna “Pêşeroja koordînekirî di navbera Rûsya û Îsraîl de li Sûriyê çi ye? Çarenûsa lihevkirina di navbera Rûsya û Amerîkayê de ku li rojhilatê Sûriyê şerê hev nekin, çi ye? Gelo di dema bê de Îran dê valahiya leşkerî li Sûriyê dagire ku dibe Rûsya li dû xwe bihêle?” werin nîqaşkirin.”

`DYA’YÊ QADA XWE YA HEWAYÎ LI BER BALAFIRÊN RÛSYAYÊ GIRT`

Rojnameya El-Beyan têkildarî mijarê wiha nivisî: “Serokê DYA’yê Joe Biden girtina qada hewayî ya welatê xwe li ber balafirên Rûsyayê ragihand.

Biden di xîtaba xwe de têkildarî rewşa yekitiyê wiha got: “Em ê bi hevalbendên xwe re qada hewayî DYA’yê li pêşiya rêwîtiyên hewayî yên Rûsyayê bigirin. Ev yek zexta li ser Rûsyayê zêde dike.”

YE û Kanadayê jî heman tedbîr girtin. Wek bersiv jî, Desteya Balafiran a Rûsyayê Rusaviatsya dê qada xwe ya hewayî li pêşiya 35 dewletan bigire.

Biden wiha got: “Dema zordar berdêla destwerdana xwe nedin, tevliheviya herî zêde çêdikin.”

‘BIRYARA DADGEHA FEDERAL BÛ SEDEMA FELCEKE SIYASÎ YA DEMDIRÊJ’

Têkildarî rojeva Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Aliyên siyasî yên Iraqê got biryara Dadgeha Federal a Bilind a têkildarî giliya li ser namzetiya dubare ya ji bo serokkomariyê, dê aloziya siyasî ya li welêt kûrtir bike û parlamentoyê bi aloziyên dîtir re rû bi rû bihêle.

Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku ev biryar bi fermana parlamentoyê tê dayîn, ne bi ya Desteya Serokatiyê.

Li gorî gelek aliyên siyasî, ev biryar dê derfetê bide PDK`ê ku di helwesta xwe de bi israr be ku endamekî xwe bike namzetê serokatiyê. Dê serokê Tevgera El-Sadir Muqteda El-Sadir bixe rewşeke dijwar ku piştgiriyê bide Berhem Salih yan jî têkiliyên baş bi PDK`ê re biparêze ku israr dike ku dest deyne ser erkên bilind ên ji Kurdan re hatine diyarkirin.”

(şx)