Mînaka îsrar û berxwedanê: Dayika Bêwar

Dayika Bêwar Hisên bi temenê xwe yê 70 salî beşdarî însiyatîfa gel a lêkirina dîwan li seranserî gund û rêyên nêzî herêmên dagirkirî bûye da ku gund û şêniyên wê ji êrişên dagirkeran biparêze. Dayika Bêwar dibêje: " Ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê û vegerê çi ji min were xwestin ez ê bikim."

Mînaka îsrar û berxwedanê: Dayika Bêwar
Mînaka îsrar û berxwedanê: Dayika Bêwar
Mînaka îsrar û berxwedanê: Dayika Bêwar
Mînaka îsrar û berxwedanê: Dayika Bêwar
Mînaka îsrar û berxwedanê: Dayika Bêwar
2 adar, 2022   01:39
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Bi qasî 500 metre ku ji navenda çeteyên dewleta Tirk a dagirker dûr e, dayika du şehîdan bang bersivand û li seranserî gund û rêyên nêzî herêmên dagirkirî satirên ji kevir ava dike da ku gund û şêniyên wê ji êrişên dagirkeran biparêze.

Bi sedan şêniyên navçeya Şêrawa û koçberên Efrînê yên ku li navçeyê dijîn li ser rêya di navbera gundên Aqîbê û Soxanekê de satiran ji keviran ava dikin da ku rê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker biparêzin.

Nuqteyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi qasî 500 metre ji malên welatiyên li gundên Soxanek û Aqîbê dûr in û welatî rûbirûyî êrişên bi çekên giran in.

Ji beşdarên însiyatîfê ku şêniyan di çarçoveya xweparastinê ya li gorî şerê gel ê şoreşgerî dest pê kirine de, dayika Bêwar Hisên (70) a ji gundê Kîmarê yê dagirkirî yê Şêrawa ye. Ew dayika Dilyar û Qehreman ku di berxwedana rizgarkirina Kobanê de şehîd bûne.

Gundê Kîmar ê dagirkirî bi qasî yek kîlometere ji gundê Soxanekê dûr e ku koçberên Efrînê lê dimînin.

Ruxmî temenê xwe dayika Bêwar kevirên giran bar dike ku satiran ava bikin û parastina welatiyên gundên Şêrawa bikin. Dayika Bêwar wiha got: "Temenê min ê mezin li pêşiya parastina war û welatiyên me ji dagirkeriya Tirk nabe asteng. Ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê û vegerê çi ji min were xwestin ez ê bikim."

Dayika Bêwar destnîşan kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran û 72 balafirên şer êrişên dijwar pêk anîn da ku şêniyan koçber bikin û di encamê de warên wan dagir bike û wiha domand: "Piştî ku em koçberî gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê hatin kirin, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê û welatiyan zêde kirine da ku careke din me koçber bikin. Lê li ser bingehê erka exlaqî û şoreşgerî bi qasî ku em karibin em warê xwe diparêzin."

Dayika Bêwar got: "Tu kes nikare me ji warê me bi dûr bixe. Ji ber ku welat welatê me ye û ne yê hikumeta Erdoganê faşîst e. Me warê xwe ava kir û me kezebên xwe tê de binax kirin. Ne pêkan e ku em Efrînê ji bîr bikin. Em fîzîkî koçber bûne, lê derûnî û ruhî dilên me di deqeyê de hezar carî li Efrînê lê dide."

Dayika Bêwar ev tişt anî ziman: "Tenê rihê me maye, heke dê ew jî biçe, bila bi rûmet û şeref biçe. Li ser vê yekê em serê xwe ji tu kesî re danaxin heke temenê wê jî biha be."

Dayika Bêwar bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şermezar kir û behs kir ku civaka navneteweyî dizane çêdibe, ji ber ku hevkarekî van sûcan e, dengê xwe nake.

Dayika Bêwar wiha dawî li gotina xwe anî: "Tiştê em dikin mafeke rewa di çarçoveya bingehên şerê gel ê şoreşgerî ye."

(fr)

ANHA